27 juli 2018

Narîn Yukler xanima xwediya xelata Arjen Arî hemşeriya min e haya min jê tuneye



Di nava kurdan da tiştên pir xerîb, tişên kesnedîtî dibin.
Li gorî Yildiz Çakar xanimê nivîsîye,  yeka bi navê Narîn Yukler helbestên xwe yên tirkî wergerandine kurdî û bi wan helbesxelata xelata Arjen Arî girtiye. 

Li gorî îdîa Yildiz Çakar xanimê werger jî ne wê bi xwe, yekî din, ew jî şair e, jê ra kiriye. Û vê wergera yekî din jê ra kiriye xelata Arjen Arî girtiye. Navê dosya xelat  girtiye " Rê û Rêç" e...


Min bûyer meraq kir û min ji xwe ra got çima kes naçe vê meselê ji Narîn Yukler xanimê napirse, çima ew li ser vê îdîa Yildiz Çakarê tiştekî nabêje?

Li piyasê twîtta Yildiz Çakarê û şiroveyên li ser wê doş dibûn, li ser meselê tu beyaneke Narîn Yuklerê bi ber çavê min neket.

Ji bo ku bizanibim Narîn Yukler hevala min ya Facebookê ye ya na min li lîsta xwe ya hevalan nêrî. 

Min dît wa ye Narîn Yukler hevala min e.
Gava min bala xwe da profîla wê, bavo ez çi bibînim, ev şaira bi nav û deng ne tenê hevala min e, di ser da ji Wêranşarê ye, hemşeriya min e jî. 

Ez him matmayî mam û him jî kêfxweş bûm.
Min ji xwe ra got, belkî jî keçe hevalekî min e, belkî yeka çûvî ye. 
Yanî ji wêranşarîbûna wê ra kêfa min hat.

Narîn Yukler xanimê di Facebooka xwe da li ser îdîayên Yildiz Çakarê bi tirkî nivîseke pir dirêj û hewqasî jî tevlihev nivîsîye. 

Ji ber ku îdîa Yildiz Çakarê cidî ye û Narîn Yukler xanim jî hemşeriya min e, min ew nivîsa pir dirêj û qala gelek tiştên têkiliya wê bi mijarê tuneye xwend. 

Min dixwest bersîva Narîn yukler Xanimê bizanibim, gelo ew li ser vê meselê çi dibêje, gelo îdîa Yildiz Çakarê çiqasî rast e?

Berî ez nivîsê bixwînim min nêt hebû li ser meselê bi çend gotinan be jî fikrê xwe bibêjim.

Lê piştî min nivîs xwend, min fikrê xwe guhert û min nexwest ez jî xwe tevî vê meslê bikim.

Çîroka Narîn Yukler xaninimê qal kiriye, bûyerên ji siyasetê bigre heta bi edebiyatê û paşgotinên şexsî yên li dû hev rêz kirine, kesên tevî vê meselê bûne, kê di heqê kê da çi gotiye ez gêj kirim, serê min tevlihev bû.

Welhasil min baş fêm nekir îdîa Yildiz Çakarê rast e, ya ne rast e?

Şiîrên xelat girtine bi rastî yekî din jê ra wergerandiye kurdî ya jî wê wergerandiye û yekî jî zimanê wê rast kiriye.
Min ev yek baş ji hev dernexit.

Narîn Yukler xanimê gelek mesle bi hev ve girê dane, qala gelek tiştên têkilî bi meselê tunene kirine, lema jî min rindikî fam nekir. Ji bo wê jî nikanim li ser meselê tiştekî bibêjim.

Yanî min dît mesele pir tevlihev e, gelek kes tevî meselê bûne, lema jî ya baş ew e ez serê xwe yê rehet nekim teqereqeke giran.

Ya din di nava meselê da hin kesên ez hefza xwe ji wan dikim hene…

Lê ji ber ku şaireke kane xelata Arjen Arî bigre ji Wêranşarê ye û bi kurdî dinivîse û dixwaze him kurmancîya xwe bi pêş bixe û him jî soranî fêr bibe gelkî kêfa min hat. Heta nuha çima bala min nekişandiye ez nizanim. Qet nayê bîra min min tişekî wê xwendiye.

Lê heger îdîa Yildiz Çakar xanimê rast be ew jî ne xweş e, dibê meriv wergerê neşîne pêşbirka/misabeqe şiîrên kurdî. 

Narîn Yukler xanimê gotiye ew nexweş e û nuha di nexweşxaneyê da ye. Jê ra sihet û şîfayê dixwazim. Ev teşxele bi selametî biqede…

Rastkirina şaşiyekê:

Min bi şaşî rismê xwişka Arjen Arî Nejla Arî wek rismê Narîn Yuklerê bi kar aniye. Hevalekî ev şaşiya min ji min ra got û min risim rakir. Ji bo vê şaşiyê ez lêborîna xwe ji Nejla Arî xanimê û ji we xwendevan dixwazin. Min risim ji malpera Duvar girtibû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE