02 juli 2018

Min got ez hinekî "modern" bibim...



Ìro jì min got ez hinekì "modern" bibim. Lema min çend rismên ”modern” girtin. Min xwest bi vê modernbûna xwe hinekî cesaretê bidim xortan jî...

Li Swêd havîn pir kin e, lê îsal dirêj kir. Lema jî îsal kêf kêfa me ye.


Hüsamettin Acar Ew kinç ú ew sol bi hevre nebúne kekê zinar. Dibe ku sol ê wersijê bi boyna.

Izzettin Sevgin Her biji Zinar.

Şemsettin Aydın Tu yê formateki baveji goran😃😃herbiji.

Zinarê Xamo Husamatîn, havîn e, kilaş tam li gorî van kinca ye. Ez nuha li Stockholmê turîst im, dibê li gorî wê li xwe kim.

Sirwan H. Berko Te qenc û xweš kir. 🌹

Zinarê Xamo Spas Sîrwan, ez kalekî avantgardîst im...😁

Mir Mizari Tû her hebe Kek Zinar,Tû bixê xortê:))

Zinarê Xamo Spas birayê ezîz.

Ismail Burun Ape zinar gelek xeşbuye.

Zinarê Xamo Spas Îsmaîl.

Ehmedê Meymo Te çê xweş kir, çima na

Zinarê Xamo Welah baş xerab, min da nav...

Evdal Beg ez pir keniyam. Ji ber ku tu zûda ji Kurdistanê dûr î tu hinek tiştan wek 40 sal ewil dizanî. Sankî xortên Kurdan qet şortan li xwe nakin, tu yê cesaret bidî wan. heyran ka were binêre ew demên berê derbas bûne. heta mêrê mezin bi şortan digerin li Kurdistanê.

Mahfuz Yildiz Li we tê Apê Zinar. Her dilgeş û şad bî

Dilbixwin Dara Her demê modernî

Zinarê Xamo Spas Dara. Lê tu jî ne hindikî ! Ez te dibînim.

Sedrettin Yigit Tukî hê xortî

İlyas Kaya 🌹bijî

Zinarê Xamo Gelek spas Îlyasê hêjî.


Zinarê Xamo Evdal Beg, bi Xwedê tu rast dibêjî, kurd pir guherîne haya min jê tuneye.
Lixwekirina şort mortan pir şerm bû.
Di dema min da meriv nikanîbû bi dizî jî li keçekê binêriya. Li gorî min bihîstiye dibêjin nuha keç û xortên kurd jî wek yên swêdî dibin hevalên hev.
Rast derew nizanim, lê min wer bihîstiye...
Ax, ax, xwezî ez nuha ne kal bûma, xort bûma, minê bêtirs, têra dilê xwe li wan xezalên kurd binêriya...


Newaf Miro Mirov bi hişê xwe modern û li pêşe. Tu jixwe modernî mamost Zinar.

Zinarê Xamo Spas, wiya jî dibê ez nebêjim...😁

Eli Ertas Kek Zinar tu ji berê de modern î 🌹

Zinarê Xamo Erê ji xwe wiha ye, lê hinên nizanin hene, min got bira ew jî pê bihesin 😊😀

Alican Akdoğan Pirr qarîzmatîkî mamoste xort nikarin ber derîyên te de derbas bin 😁 tu karî deh xortan ji berîkên xwe derxî..

Zinarê Xamo Weleh rastî ne wisa ye, lê ez xwe ji wan kêmtir nabînim. Û carnan jî meydanê ji wan ra dixwînim. Tabî ji yên tirsonek ra...

Yaqûb Kurmanc Jiyanek xweş û geş û azad ji bo hemû însanan pêdivî ye.nexwe pîr û kal bî an ciwan û xort bî.ji bo we temenek dirêj û pir li xweşî hêvî dikim

Zinarê Xamo Tu her hebî û malî ava.

Bube Eser Kek Zinar bi rastî ew gelekî li te hatiye. Te bi vê yekê modernbûna xwe da îspat kirin. Lê ne tenê li mal pê derkeve derve jî. Silav

Zinarê Xamo Bûbê, bi carê da nabe, gav bi gav. Nuha li mal û li dora malê pê digerim, lê dû ezê qadê berfirehtir bikim.



Enwer Karahan Ew gore nebû ye kek Zinar, a kombîneya lixwekitinê xerakiriye ew e...

Zinarê Xamo Enwer, xwedêgiravî ez ji van tiştan fêm dikim û min li gorî wê xwe xemiland; tîşortê reş, pantorê reş û gora reş.
Lê wa ye tu dibêjî nebûye.
Husamedîn jî kilaş neecibandibû...
Diyar e zanîna min kêm e, ji min ra hinekî din lazim e...:))


Berfin Dicle Mamoste! Bila rengê cil û bergê we di rengê biharê de bin. Vana jî pir xweş in, lê ewê rengê vekirî, bêtir li we bên.

Zinarê Xamo Ew jî hene Berfîn xanim, do wiha lê hat. Lê çend qatên havînê hene, di dolabê da cî nemaye, her roj şerê min û xanimê ye. Dibêje mala min di ber kinc û kitêbên te çû...
Mal jî tim mala wê tenê ye, pronoma, zamîra "me" tu carî bi kar nayne, her tişt yê wê ye...



2 kommentarer:

  1. Apo,

    Weleh lazim ku him ciwanên der û dora te hin goreyên kurt î li gor van şortan ji te re temîn bikin, ev gore ne şuxilê van şortan e. Wekî din, tarza te têra xwe modern e.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Heyran bi carê da nabe, hêdî hêdî. Bi xêr ewê dor were gorê jî.
      Meriv ji dergûşê heta gorrê tiştê nuh fêr dibe, qusûra gorê jî nuh fêr bûm..

      Radera

PARVE BIKE