30 juli 2018

Micadela me ne ji bo jiyaneke mirefeh e, ji bo Kurdistaneke azad e



Wekîlê serokê Koma HDPê yê Meclîsê Ayhan Bilgen gotiye, “mesela kurd êdî ji mesela nasnamê û herêmî wêdatir, meseleyeke bêedaletiya qezencê û demokrasiyê ye.”

Yanî Ayhan Bîlgen jî wek Erdogan dibêje êdî li Tirkiyê mesela kurd û Kurdistanê tuneye, mesela xelasbûna ji xizaniyê ye, mesela kar û demokrasîyê ye. Êdî kurd bûne tirk û Kurdistan jî nemaye. Êdî mesela kurdan ne meseleyeke netewî û axê, mesela pêşketinê û xelasiya ji feqîriyê ye.


A bi milyonan kurd ji bo vê ray dan HDPê û Ayhan Bîlgen kirin nûnerê xwe yê meclîsê.
Lê camêr bêhemdî be jî rastî gotiye, hedefa HDPê ya rastîn ev e, kurdan asîmîle û entegreyî Tirkiyê bike û bi vî hawî doza kurd û Kurdistanê ji rojeva Tirkiyê derxe. 

Çi heyf gelek kurd vê hedefa HDPê nabînin û di her hilbijartinê da piştgiriyê didin vê armanca Ayhan Bîlgen û HDPê.

Behcet Tekinhan Ayhan bilgen...rast dibe le em çewt dixinin..

Behcet Tekinhan Problema kurdan aboriye...ne axe u ne welate


Bedran Acar Bi kurt û kurmancî, yên dengên xwe danên HDPê piştgîrîya vê projê jî kirin ên, Ewqas.

Fahri Kaya Tefsira Ayhan Bilge raste..Dıbéje "Hündür é HDP é vala bu ye.Hun Kurdıno paşé gazına jı me.

Abit Dundar Gelo ewe cawa bibe? Yani kijan demokrasi? Soresa demoqrasiye Tirkiye we bibe wazifa kurda ?

Zinarê Xamo Reşît Sonmez, na, Bahçelî ji wan ne bi şerftir e, ez ne bi vê dîtina te ra me. Û ev ne dîtineke rast e jî. 
Lê ez siyaseta HDPê şaş dibînim û rexne dikim.

Ibrahim Malgir Sılam û Réz Keko: Ayhan bey rast dıbéje! Hemi partiyén meclisa tırkan, bı namus û Bı Şerefa xwe sond jıbu mılleté tırk xwarın ne! Wé ew ya heri maqul Jıbu netewé tırk çıbé, ewé wé bıkın! Şevbaş Keko!

Ilias Arian Shaddadi Ma te jî dengê xwe neda HDPê?

Zinarê Xamo Ilias Arian, na min ray neda HDPê û min tu carî jî nedayê. Min hilbijartinên meclêsê boykat kir. Lê min ray da Demirtaş, ji bo ku rayên kurdan diyar bibe. Min ev nivîsî ye.
Li ser çima dibê kurd raya nedin HDPê çend nivîsên min di bloga min da hene.

Rêber Tusanî Bavê Rodî Heyf u mixabin ku neviyên Bedirxaniyan u Şêx Seîd u Seyid Riza u Ihsan Norî Paşa , Xalid Begê Cibrî... u bi 1000 ra babegîd kurdperwer bigihên vê astê ...

Abit Dundar We roje di parlemento’ yeki ser nave HDP axitin kir u got : ”biz komunistler” !

XXX
Ji dêlî Ayhan Bîlgen rexne bikin, êrîşî min dikin...
Berdevkê serokê koma HDPê yê meclîsê Ayhan Bilgen do got, “mesela kurd êdî ji mesela nasnamê û herêmî wêdatir, meseleyeke bêedaletiya qezencê û demokrasiyê ye.”
Dû ra ev twîtta xwe rakir…

Ev gotinên Bîlgen tê maneya li Tirkiyê êdî mesela kurd û Kurdistanê nemaye, mesele êdî meseleyeke aborî ye, dibê dewlet standartên jiyana kurdan bilind bike. Gava ev bibe problem namîne.

Min jî ev gotinên Ayhan Bîlgen rexne kir.
Hin korfahm û xwelîserên me ji dêlî ku wek min ew jî Bîlgen rexne bikin, min rexne dikin, heqaretê li min dikin. 

Ji dêlî ku ji Bîlgen ra bibêjin lawo, vî miletî ji bo azadiya xwe û serxwebûna Kurdistanê bi qasî pûrta serê te şehîd dane, micadela me ne ji bo kar û nanê zikê me ye, ji bo azadiyê ye, tu çawa dibêjî li Tirkiyê mesela kurd û Kurdistanê nemaye?

Gava kurd bi xwe, kesên welatparêz piştgiriyê bidin gotinên wiha, ewê jî cesaretê bigrin û tiştên wiha her roj bibêjin û viya jî bikin hedef û stratejiya xwe.

XXX
Merivê evdal, bûdele, kêmaqil, totikvala tu carî ji tarîxa xwe, ji serpêhatiyên xwe ders û tecrûbê nagire.

Çep û komunîstên tirk yên herî bêkes, herî bêkêr, yên nikane mêşa ji xwe biqewitînin, yên ne ji defê ra dibin û ne jî ji zurnê ra…

Tirkê, çepê, komunîstê nikane li taxa xwe, li gundê xwe bibe muxtar.

Tirkê, çepê, komunîstê kes wî/wê nake bekçiyê/bekçiya bîstanê xwe kurdan bi rayên xwe, bi xebat, bi fedekarî, bi cesaret û canfîdayiyên xwe ew kirin parlamneter û şandin meclîsê.

Safî û dilpakiya zêde ehmeqî ye.
Meriv totikvala tim dixape, tu carî biaqil nabe.
Nabe, çimkî aqil kêm e.
Nuha ew kesên kurdan ew wek nûnerên xwe şandin meclîsa Tirkiyê dev ji kurdan berdidin û diherin partiyên xwe… 

Û di ser da jî ji kurdan ra dibêjin heger ne em bûna HDPê benda ji sedî 10 derbas nedikir û nikanîbû têketa meclî. 

Yanî di ser da dibê kurd spasdar û minetdarên wan bin…
Gava aqil par bû kurd negihîştin ser, pirîskek di binê sîtilê da mabû lê ew jî pir hindik bû, lema jî li gorî ereb, faris û tirkan em kurd pir bêaqil in. Lema jî tirkê herî reben jî kane barê xwe li me ke û ew jî di ser da li me siwar be û me çiv bike…
Ez bi xwe nuha xwe wiha his dikim…

Emin Kaya Biborîne mamo ez şaş nebim te bi xwe piştgiriya HDP'ê nekiriye, îro tu çima ewqas bi hêrsî bihêle yên ku dengê xwe daye HDP'ê bila ew daxuyaniya bike

Sores Bladhede "Çepênnn! Tirkan peya bûn û suwarê hespên Kurdan çûn meclîsa Tirkan!!!!"

Zinarê Xamo Emîn, erê rast e min ray neda HDPê û min got dibê kurd nedinê. Lê axir ez jî kurd im, tiştê ez dibînim bi imn zor tê. 

Ahmet Şik gotiye ne xêra me bûya HDP nediket meclîsê, ew baş xebitîne lê kurd baş nexebitîne.
De were nemir e !

Yanî ne ew, dibê kurd minetdarê tirkan û wî bin.
Yê di xewna xwe da jî nikane bibe muxtarê gundekî, kurdan ew kirin parlamenter, him jî bi sedan kes, lê dîsa jî şêkir tuneye. Di ser da dibêje gerek kurd spasdarên me bin.

Emin Kaya Mamo ahmet şik û yên din nabin seyê berderîyê te tu dilê xwe xemgin neke
Tiştên tu dibêjî nerastin ahmet şik tîştekî wî rengî negotîye te agahiyên şaş wergirtiye
Ez reveberê HDP'ê me têkiliyên me çepê tirkan va gorî ji rengê pêvajoyê dimeşe

Sirac Oguz Kek Emîn, hemû rojnamê Tirkada cîh girtiye, hûn dibêjin tiştek wilo negotiye. Dibêje ku hadep sibê bikeve hilbijartinê barajê derbas nake. Wekî din hemû rêveberên hadp ê ên merkezê Tirkin. Gotinên wek we û mirovên Kurd qîmeta xwo tûneye.

Emin Kaya Kekê hêja, rojnameyên tirkan bi kîjan çavî HDP'ê dinêrin ji holêye
Ne wekî gotina teye ewqas saf nebin tu parlamenterê HDP'ê nabêje sibê hilbijartin hebe nikare bendavê hilnaweşîne vana gotinên ne rast in
HDP bi xwe jî nevenda wêjî destên kurda dane

Zinarê Xamo Gelek spas Emîn...

Ahsen Can Spas dest u dil xwesbin MAM Zinar. Gelo dermane evi derdi heye Gelo?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE