04 juli 2018

Li Tirkiyê meclîsa derewîn jî êdî nema



Berê li Tirkiyê meclîseke derewîn hebû, Erdogan ew jî rakir. Êdî ewê bi tenena serê xwe qanûnan derxe û Tirkiyê û Kurdistanê îdare bike.

Yanî mêrik êdî hakimê mutleq yê Tirkiyê û kurdên bindest e.
Xwedê li gorî çiyê berfê lê dibarîne, rejîmeke tam layiqî tirka ye. Ji miletekî mirîşk ra dîkekî wek Erdogan lazim e. Heta ji dîk were ewê bi vî miletê mirîşk da fisa bike.


Bira bike, vî miletê irqçî û faşîst û antî-kurd heq kiriye.
Gava miletek bibe mirîşk karê dîk jî pê da fisa bike.

Heta kurd wiha bindest bin, tirk jî ewê di vî halê zelîl û kûçikaniyê da bijîn, ewê jî tim mirîşk bin, ewê jî tu carî rehetiyê û demokrasiyê nebînin, ewê jî tim birçî bin û pêsekinî û xizmetkarê ewrûpiyan bin.

Mohammad Mohammadamini dîk kurdî ye?

Zinarê Xamo Nizanim, belkî ne bi kurdî ye. Hin kurd jî dibêjin "dîkil" û "keleşêr".

Ma "Mohammad Moohammadamînî" bi kurdî ye?

Mohammad Mohammadamini Di soranîye Silemanî u Sine keleşêr u Mukiryan kelebab dibejin. Di zaravayên din nizainm.

Zinarê Xamo Belê zanim, hin kurd dibêjin "keleşêr.

Viyan Mayi ew milletê herdem mirishk u mê kêm bibine u bike nimone, ewê kûle u bindest bimine.. mirishk chi ji dikil kêmtir nine!

Zinarê Xamo Viyan xanim, ez ne "milet" im û min "mê" yanî jin jî kêm nedîtiye. Min qala zulmê û serdestiyê kiriye, min gotiye şexsek xwe wek dîkekî dibîne û li civatê neheqiyê dike, dixwaze her kes êsîrî wî be.

Îcar bi çi aqilî te ez kirim dijminê "mirîşkan" û "mê" yanî jinan min fêm nekir.


                                         Leşkerên tirk di nava gundê Bermîze yê Sîdekanê da



Tiştê ez dibînim tirk li Kurdistana Başûr bi qasî li Tirkiyê rehet û serbest hereket dikin, wek li welatê xwe û li mala xwe bin. 

Li Hekariyê çi dikin, li Zaxo û Duhokê jî eynî tiştî dikin. Bi eynî rehetiyê, bi eynî serbetiyê.

Xwedê heye, kurd jî di mîvanperweriya xwe da qusûrê nakin, ji wan ra mazûbaniyeke pir baş dikin. 

Herdu serî ji hev pir hez dikin, ji hev memnûn in, zava û bûk bi dilê hev in, tiştekî em bikin tuneye.

Viyan Mayi Na.. Li Hekariye hineka hemberi xwe dibinin le li Zaxo na

Mehmet Akalp Mamoste sala çunî em 3-4 heval ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna kurdistanê liwirbûn. Gotin mitînga Serok barzani û Hêro ibrahim ehmeda a hevpar li bajarê silêmaniyê ye me jî got ka em jî herin. Keko em çûn asayişa bajêr em girtin li maşîneyek leşkerî siwarkirin birin qereqolekê 2-3 saeta xistin lêpirsînê heta em xilasbûn ji xwe mitîng bela bû. Ajan û sixur û leşkerên tirka jî serbest digerin...

Viyan Mayi èè.. ma me chi got keko.. enku ne weku Hekariye..!

Mirza Merwani Û berî her tiştî, jibo tu bi vê Kurmanciya mîna rûnê malê ji me re dinivîsîne mala te ava be. Wexta ez nivîsê te dixwanim, wek ez di şevbuhêrka Kalê xwe û hevalê wîde, gotinê Kurmanciya pakij li sermyanê xweyî gotina zêde dikim. Tu nemire Zinarê XamoBeskrivning: https://www.facebook.com/images/emoji.php/v9/fc8/1.5/16/1f337.png🌷

Zinarê Xamo Mala te ava be xortê hêja. Ji bo min bextewarî û dilşadiyeke mezin e gava xortekî kurd ji kurdiya min hez bike.
Ez ji kurmanciya akademîk û naylon hez nakim, heta ji min tê bi zimanekî sivik û normal, zimanekî pîrika min jê fêm bike, zimanekî tabiî dinivîsim.
Ev gotinên te yên dostane jî nîşan dide keda min nebûye keda bersîs û bi avê da neçûye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE