25 juli 2018

Li ciyê rehetiyê min ji xwe ra kar derxist



Ev 18 saet in min tiştek nenivîsîye.
Ji vêsê da ye min zend û bendên xwe vemaltine û paceyên malê dişom, paqij dikim û dikim boyax bikim. 

Min nizanîbû ez hewqasî bêantraman im, tew hêz di miin da nemaye. Berê min hesin bi sarî ba dida, lê nuiha piştî saetek kar xwêdan di ser serê min ra davêje û ji pertav da dikevim...

Axxx kalîtiyê, axxx kalîtiyê, min di hestiyê heftê û heft bavê te gayê...


Vê sibehê zû wek pêlewanan derketim ser xênî(ser ban)min çar pace şuştin û paqij kirin.
Sacên, metalên dora pacan di zîlqa çûkan da mabûn, heta min paqij kir, çavê min rijiya. Ew jî hîn baş paqij nebûye, dibê meriv careke din bişo. 

Perwazên wan motajî boyaxê ye, boyax jê rabûye, mahcûnê dora perwazan hişk bûye, hemû dihêrifin, diweşin. 

Dikim herim Bauhausê boyaxê û macûnê bikirim. Ez ne hoste me lê xanimê co kiriye pişta min, dibêje hutul batil gerek "em" van pacan îsal boyax bikin.

Ji min ra nabêje bike, lê di ber min ra davêje, dibêje "îsal gerek em van pacan boyax bikin..."


Boyaxa paca ne zor e, lê macûnkirina dora perwazan zor e, jê ra hosteyî lazim e. Ez hinekî dudil im, lê pêsîra xwe ji destê wê xelas nakim, pitepita wê her du guhên min jî kerr kirin...

Min ji bîr kir rismê xwe yê ser xênî bigrim, Lê kar hîn pir e, ewê çend rojan bajo...
A ji vêsê da wek pêlewa ez li ser vî diyarî bûm..

Enwer Karahan De tu li zarok gîhaştîyî, tişt nabe... Ka te du roj berê digot min bilîsta min ê ji fûtbilîstîn Dalkurdê baştir bilîsta...

Zinarê Xamo Enwer, erê bi Xwedê, ez ji xwe pir bawer bûm. Lê îro min dît hesabê min hinekî şaş e. Lê çawa be jî ezê bidim nav...
Ka tu li min negeriya. Min got dema wexta te çê bû rojekê li min bigere..

Enwer Karahan Di bîra min de ye, ez ê li te bigerim...

Veli Sahin Erê, wele! Wele, Kek Enwer, birêz Zinar qet nayê zanîn. Sibê jî ku Zinar nebêje wextê min guhdariya sitirana Dewrêşê Evdî dikir min digot qey ew kes ez im, min li Girê Edşanê dest avêtiye şûr û mertal. Niha jî dibêje hewax, ku heywax ez çi bûm bûm çi. Kalitî mala te xira be, ez ne kalbûm, lê dîsa jî ez kal bûm. Duh xort, îro kal, sibê dîsa xort e. Tu? Tu jî timî xortî , Kek Enwer. Tu qet ji xwe gazinan nakî ma qey ez nizanim. Kek Enwer, niha jî dixwazim werim çîroka xwe. Dostek min ji Wîranşehirê û dayika xwe ya 90 salî tîne Parîsê, ba xwe. Dayîka delal li qatê heftan di pacê da li Parîsê mêze dike û gotina xwe ya dîrokî dike. Dibêje, erikkk Bavo! Dêrika Çiyayê Mazî çi qas jî mezin bûye, wîîî Xwedêyo wîii."Rebena Xwedê di emrê xwe de belkî carek du caran çûye Dêrikê. Feqîra min çi zane Parîs çi ye...

Sultan Arslan Ka tu jî Hindek berxwe bide, malnexirab. Li ber jinbira min tu mecburî bikî.

Mihemed Ronahi Ez ji van gotinên te yên li ser extiyariyê qet hez nakim. Tu xortê çardesalî yî li ba dilê me malavao. Hîn ez û te gere rokê vexwin û bileqin di sikakên Amedê de. Xwe pêt ke, te ava qerejdaxê vexwariye.

Zinarê Xamo Mihemedo, meriv nikane di mala xwe da henekekê jî bike yaho! 

Erê min gazin ji kalîtiyê kir, lê min negot ez bi carê da çûme, ez hîn jî xwe bi xortan ra direwisînim...
Ji her gazinê bawer meke...
Mihemed Ronahi  A wer bêje ha . Îca ez kal bûme û nizam çi.

Zinarê Xamo Rizgan, tu şaş î heyaran, zêra berberî wê bikin dîsa jî  ez bi jineke ne kurd ra  nazewicim !
dilê min, çavê min ji bo hemû jinên biyanî kor e, tenê kurdan dibîne...
Xanima min dozmama min tê hesêb.
Dinya jî xera bibe ez bi yeka xerîb ra nazewicim. û Min viya di xortaniya xwe da jî gotiye.
Di ser da dema ez zewicîm min got dibê ne bajarî, gundî be...

Veli Sahin Kek Zinar, sê tiştan bîne bîra xwe xort dimînî: Girê Edşanê, Ava Entînê û Berber Remo. Kal nabî.

Zinarê Xamo Spas ji bo pêşniyarê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE