06 juli 2018

Kovara ZAREMA ji xwendevanên xwe xatir xwest





Kovara Zarema di 30ê hezîranê da bi twittekê ji xwendevanên xwe xatir xwest û got ewê êdî wek kovareke kaxetî neyê çapkirin, ewê  jiyana xwe wek kovareke elektronîk (E-kovar) bidomîne.

Agahiya li ser navê kovara Zarema hatiye belavkirin wiha ye:


”Xwînerên ezîz, Êdî kovara Zarema wê neyê çapkirin, wê weşana wê li ser malperê bidome. Heta niha bi çi awayî dibe bila bibe ew ên keda xwe xistine kovara me, em ji dil û can spas dikin, mala wan hezar caran ava be. Ewê qet neyên jibîrkirin.”

Heyf, ez li ber ketim. Di bexçeyê edebiyat û weşangeriya kurdî da guleke din çilmisî.

Lê liberketin pere nake. Diyar e civata me, xwendevanên kurd nikanin kovereke peryodîk bidin jiyandin.
Xwedê kir îmkanên weşana E-kovarê heye, ji tunebûnê baştir e. Berê ev îmkan jî tunebû, kovara, rojnameya bihata girtin dihat gorrkirin.

Em kurd îmkanên xwe yên madî ji bo kar û tiştên baş bi kar naynin

Çend keç û xort bi eşq û heyecaneke  mezin tên ba hev û kovarekê derdixin, salekê, du salan li ber xwe didin, çend jimaran bi dûzan derdixin. Dû ra di warê aborî da dikevin tengasiyê û hêdî hêdî ji pertav da dikevin û ji mecbûrî weşana kovarê  disekinînin.

Ez bawer dikim tiştê hat serê kovara ZAREMA jî ev e, ji ber bêîmkaniyên aborî mecbûr man weşana kovarê rawestînin. Hêza wan ya aborî hew têrê kir.

Di nava kurdan da bi hezaran kurdên zengîn, dewletî hene, heger bixwazin kanin kovarekê bi salan fînanse bikin. Lê nakin, ji xwe bîra tiştekî wiha jî nabin. 

Çimkî zanîn û şiûrê netewî tuneye, çimkî nasyonalîzim di nava kurdan da zeîf e. 

Ji bo mîvanekî xwe, ji bo dawetekê kane pêşeke pere mezref bike lê belê alîkariya kovarekê nake. Lê belê bi milyaran dide û mizgeftekê dide lêkirin.

Yanî zengînên me  lîkariya tiştên wiha nakin, ev rastiya me ye.

Lê li alî din kadirên kovaran derdixin dibê bi xwe li sponsoran bigerin, herin li deriyên zengînên kurd xin, zorê bidin wan, bi navê wan hin tiştan bikin.

Wek min got, dewletiyên kurd bi xwe nakin û bîra tiştên wiha jî nabin. Lema jî dibê meriv here li deriyê wan xe û alîkariyê bixwaze. 

Ez bawer dikim heger meriv bixebite merivê kanibe netîceyê bigre.

Lê tiştekî pir eşkere ye, heta em bindest û bêdewlet bin halê me ewê tim ev halê perîşan be,kovar û rojnameyên me jî ewê tim emirqutî bibin .

Ji rojnameya Kurdistanê bigre heta bi Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Hawar û Ronahîyê, eynî tişt hatiye serê bi sedan kovar û rojnameyên kurdî; ji ber bêîmkaniyê emirqutî bûne. Kovara Zarema jî ya herî dawî ye.


Zarema ji xwendevanên xwe xatir xwest

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE