07 juli 2018

Jimara xwendevanên hindik-rindik ez pir kêfxweş kirim


Min ev tabloya li ser 10 saliya bloga  xwe nuh dît.
Bloga Kewşeriqî çêkiriye. Gelek spas ji bo vê qedirzaniyê.
Salek di ser ra derbas bûye lê tişt nabe.



Blogerî tiştekî ecêb e, hin nivîs hindik tên xwendin û hin jî pir tên xwendin. Bi kurtî tespîtkirina înterese û balkêşiya xwendevanan ne rehet e, pir zor e.

Min nuha li îstatîstîkên du rojan nêrî ez matmayî mam. Jimara tikandina(serlêdana)do 1270 ye û ya îro ya heta nuha jî 1791 e.



Di 11 salên blogeriya min da reqema 1791 rêjeya herî bilind e, heta nuha tu carî di rojekê da hewqas tikandin nebûye. 

Û nuha hîn saet 11.00 ye, ji 24.00 ra hîn 1 saetek heye; heta wê saetê ewê ev rêje ewê hinekî din jî zêde bibe.

Diyar e dema meriv tiştê balkêş binivîse bi kurdî be jî nivîs tê xwendin. Lê her roj dîtina mijarên balkêş ne rehet e. 

Bi taybetî ji ber rewşa me kurdan ya îro nabe meriv çavên xwe ji bûyerên siyasî ra bigre. Hin kes digrin, lê ez nikanim, li hemberî zulm û terora li welatê min heye ez nikanim bêdeng bimînim. Û nivîsên siyasî jî kêm tên xwendin.

Ji bo vê serdana(tikandina) zêde spasî xwendevanên hindik-rindik bikim dikim, mala we ava be. 

Jimara xwendevanên hindik-rindik ya rojane 50, 100 be jî ezê binivîsim. Lê belê gava di rojekê da 1738 kes bloga min ziyaret dike bêguman ev yek min gelkî dilşa dike û ezm û qewetê dide min.
Careke din spas ji bo hemû xwendevanên hindik-rindik…

Lînka bloga xewşeriqî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE