05 juli 2018

Ji edebîyata kurdên Qoçgirîyê kitêbeke pir hêja



Di nava weşanên Avestayê da kitêbeke bi navê ”Rû û Kûr” deketiye. Nivîskarê kitêbê Alî Topuz e. 

Alî Topuz ji Qoçgiriyê ye. Qoçgirî bi tarîx ûş serîhildanên xwe, bi urf û adetên xwe, bi folklor, zargoton û devoka xwe herêmeke Kurdistanê ya pir muhîm e.


Lê ji ber ku hinekî çep dikeve, bi bajarên tirk sînordaş e ji alî kurdan ve bi tenê hatiye hîştin, tevgera kurd ya siyasî ev herêm û kurdên Qoçgiriyê pir îhmal kiriye. 

Meriv kane bibêje tevgera kurd ya siyasî miameleyeke zarokên dêmariyê bi kurdên herêma Sêwasê, Qoçgirî û Erzînganê ra kiriye. Bi qasî Dêrsimê giranî nedane Sêwasê û wê herêma kurdan.

Lema jî her tiştê li ser urf û adetên kurdên Sêwasê, wê herêmê, devok û zargotina wan, stranên wan, govendên wan pir otantîk in, ji bo edebiyat û zimanê kurdî xezîneyeke gelkî muhîm e, dibê meriv li ser wê herêmê bixebite.

Abdullah Keskîn di twîttera xwe da ji kitêbê du numûne dane, he du jî pir xweş in.



Li ser koçberiya metropêlên Tirkiyê Sefîle xanim ji pîra Xeco ra dibêje, ”Qurbet(xurbet)bû qanûn, zav zêçên me bûn sêwiyên bibav”!

”Zav zêçên me bûn sêwiyên bibav”!

Koçberîya metropolên Tirkiyê  çiqasî xwe tarîf kiriye!
Gotineke nuh, tabîreke (biwêjeke) nuh li kurmancî zêde kiriye...


Bi belavkirina vê berhemê, Avestayê karekî pir baş û hêja kiriye.

Ji me ra tiştên wiha orjînal lazim in, berhemên wiha ji roman momanên berradayî sed qatî hêjatir û bi feydetir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE