20 juli 2018

Ji ber tirkan reviya ye lê havîngeha xwe li Çanakaleyê kirîye



Kurd e, elewî ye.

Ji ber tirkan reviya ye, serê wî haylo di Awustralyayê ve derketiye.

Lê havîngeha wî ne li Dêrsimê, ne Meletyê, ne Xarpêtê û ne li Wanê ye, li Çanakaleyê ye.

Mîvanê wî ji min ra got keko li van deran her kes neyarê kurda ye, meriv newêre devê xwe veke, her der sor dike, bi ser her malê ve çend alên sor li ba dibin…


Nuha ez bibêjim me ev zulma tirkan heq kiriye ma ez neheq im?


Çi karê we li Çanakalê, li Bodrumê, li Dîdimê û nizanim li kîjan bajarê tirkan heye?

Heger hûn bi welatê xwe nayên serî, heger xweşikiya Kurdistanê we tatmîn nake, herin li Îspanyayê, li Portugalê, li Yûnanîstanê, li Îtalyayê, li welatekî din havîngehan bikirin. 

Qenekê hûnê li wan welatan azad hereket bikin, qenekê kesê we terorîze neke…

Qenekê kes bi çavê neyar li we nanêre…

Qenekê hûn zanin dora we hemû ne dijmin in.

Ma sebra we bêyî Tirkiyê li welatekî din, li derke din nayê?

Çima hûn bi perê xwe vê neheqiyê, vê zulmê li xwe dikin?


2 kommentarer:

  1. De'wa ku me bi xwe jî bawerî pê nîne...
    'Emelekî vala.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bi dev kurd in, kurdistanî ne, bi dil ji tirkan hez dikin, tirkîyeyî ne, heyranê Tirkiyê ne.

      Radera

PARVE BIKE