28 juli 2018

Ji ber navê Kurdistanê Tirkiyê ceza da Zarok TVê



Dahîreya Bilind ya Radyo û Telewîzyonê (RTÜK) ji ber ku di du stranan da navê Kurdistanê derbas dibe ceza daye Zarok TVê.

Wey tirrr, ev dewleta tiroviro jî xwe dewlet dihesibîne. Îslamîstan ji kemalîstan, ji faşîst û naziyan jî xerabtir kirin

Do kitêba Tarîxa Kurdistanê yasax kirin, îro jî navê Kurdistanê yasax dikin. Nahêlin kurd di stranan da jî navê Kurdistanê hildin…


Apartheida Afrîka Başûr, rejîmên faşîst, nazî jî ne wiha bû. Îktîdara Erdogan sola hemû rejîmên dîktator, rejîmên li dijî însaniyetê di teqê ra avêtiye, rejîmeke hewqasî irqçî û barbar tarîxê nedîtiye.

Kurdê hîn jî bi AKPê ra ne, hîn jî xulamtiya Erdogan dikin, kurdên hîn jî di TRTê da xwe dikin qurbana vê rejîma irqçî, nazî, antî kurd ew jî şirîkê vê biryarê ne, dibê kurd van cahşan û xayinan afaroz bikin…



Ji do da ye "Reîsê Mezin" li hemberî beyanên Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Penc û Trump bêdeng e, newêre bibêje kirt. Efendî bûye pisik !

Heger xwediyên van gotinan ne Penc û Traump bûna, heta nuha Reîsê sed carî resta wan xwendibû.
Lê ji ber Amerîka ye efendî lal bûye.

Newêre ji Traump û Penc ra bibêje "lawo hûn kî ne?" û sivikpeyivandin jî nayê hesabê wî
De tu mêr î tiştê te ji Merkelê ra got ji Trump ra jî bibêje.

Ji do da ye telefon li ser telefonê Pompeo dikin û xwe davêjin dexlê Amerîkayê
Hûnê binêrin di demek nêz da ewê keşe Brunson berdin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE