24 juli 2018

Ji ber ez bi kurdî dinivîsim ez çêyê bi kesî nakim




Xortekî pir pesnê min daye, gotiye xwezî her kesî wek te kurdî baş bizanîbûya û bi qasî te qedir bida zimanê xwe.
Xortê delal kurd dibêjin keça malê bi rûmet e, karê dike bêminet e.
Ez ji bo kesî tu barî hilnagirim, tu çêyiyê bi kesî nakim.
Tu  fedekariyê nakim.
Tenê bi zimanê xwe dinivîsim.
Wek ez bipeyivm.
Ez kurd im û helbet ezê bi kurdî bipeyivm û bi kurdî binivîsim.
Ma mineta vê çi ye?

Loma jî dibê meriv viya fena ku ez çêyiyeke bi kurdan dikim nebîne.
Ez wer nabînim.
Kêfa min ji nivîsandinê ra tê û ez her roj çend rêzan dinivîsim.
Hêjayî, başî û xerabî, qedir û qîmet ne di nivîsandina kurdî da ye, di tiştên ez dinivîsim, di naveroka wan da ye.
Dibê ne ziman, nivîs werin şirovekirin, ecibandin ya jî neecibandin.
Ji ber ku swêdiyek bi swêdî dinivîse kes pesnê wî/wê nade, nabêje her bijî ji bo ku tu bi swêdî dinivîse.
Çima ya kurdan nivîsîna bi kurdî ewê bibe sebebê teqdîr û minetê !
Ha meriv kane pesnê stîla yekî bide, zimanê wî biecibîne, ew tiştekî din e.
Lê nivîsîna bi kurdî bi xwe dibê kes ji bo xwe neke fexir û mezinahî û bi wê xwe qure û pozbilind neke…



XXX
Go ziyaretê min gelek caran bi derewa bi te sond xwar.
Ziyaretê go min jî gelek caran mal li te xera kiriye lê tu bixwe nizanî.
Sedaqet û baweiya me ya bi hin îdeolojîyan, bi partiyan û bi serokan malik li me xera kiriye, lê belê haya me ji me tuneye.
Barê giran aqilê sivik, emê bi vî aqilî çi bi ser avê xin ez nizanim. Hêvî dikim bi hawakî hişê me were serê me û em bidin ser rêya netewî, ser rêya kurd û Kurdistanî...


XXX
Hinek dibêjin nizanim bira filan partî çi bike, bira filan serok ji kê ra çi bibêje.
Ez heyran jê nayê, nikane li hember rabe. Ne ew mêr e.
Bira jê bihata bira berê serê min bişkanda.
Nuha halê me ne tu hal e.
Lê dinya dem e, ge petêx e, ge lem e.
Qey rojekê ewé kabê me jî mîr were.

.Betlîs, Gola Nemrûd. 2014

XXX
Ava çeman xuşexuş e koçer nabêjin dewê min tirş e
Di rastiyê da ne koçer tenê, tu kes nabêje dewê min tirş e.
Piştî vexwarinê meriv fêm dike şîrîn e, miz e ya jî tirş e.
Merivê bê welat wek çûka baskokirî ye, bê per û bê bask e. Çûka nikanibe bifire mirin jê ra çêtir e.
Kurdê Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd nexwaze, dixwaze wek xulamê tirk, ereb û farisan bijî, ji koletiyê û bindestiyê hez dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE