02 juli 2018

Heta serokên me yên wiha tunebin em bi ser nakevin



Tu milet ji xwe ber, bêorganîze, bêyî serokê wek bedena Amedê saxlem azad nabe.

Yê miletan dibe azadiyê partî û serok in, serokê ji xwe û ji doza xwe bawer, zû dereng gelê xwe ji bindestiyê rizgar dike û digihîne azadîyê û serxwebûnê.


Serokê van gotinên jêr bibêje, ji xwe û ji doza xwe hewqasî bawer be bêguman ewê bi ser keve û mêrik bi ser jî ket û gelê xwe kir xwedî dewlet. 

Bala xwe bidinê mêrik dewlet çiqasî muhîm dîtiye û ji bo ku bibin xwedî dewlet çi gotiye:
 
”Bi îzna Xwedê emê ji bo Bosnayê û ji bo gelê xwe micadeleya xwe bidomînin. Em dewleta xwe dixwazin çimkî miletekî bêdewlet wek malbeteke bê mal e. Xwedê qebûl nake meriv ferdê miletekî bêdewlet be, mensûbiyeta miletekî bêdewlet yasax kiriye. Bi îzna Xwedê emê dewleta xwe ava bikin û emê bibin xwedîyê maleke (xaniyekî) me ji hemû ba û bahozan biparêze. Di vî warî da em bi biryar in. Çi ji destê we hat we kir û we di vê rêyê da micadele da. Bi îzna Xwedê zafer ewê ya  me be. Bi şiklekî layiqî me emê di dewleta xwe bijîn. Tu kesê wek berê ewê nikanibe ji me ra bibêje emê çawa bijîn.”
///Aliya Izetbegoviç

Me bi qasî nufûsa boşnaqan şehîd dane, lê îro serokekî me yê wek Alija Izetbegoviç ji xwe û ji doza xwe bar tuneye. 

Ji dêlî ku em jî wek Îzetbegovîç dewletê bixwazin,  wek milet me çend çep, komunîst û femînîstên tirk yên li dijî azadî û serxwebûna me ne kirine serokên xwe û me daye û dû wan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE