28 juli 2018

Her tişt bi xebatê dibe



Ev hefteyeke ez helak bûm, hema hema min hemû paceyên malê boyax û nuh kirin. 

Ez wek pêlewanan hilkişiyam ser xênî/ban û saetên pir tahlûke derbas kirin.
Xanimê jî li jêr tim digot " li xwe miqatebe, tu nekeve..."

Destpêkê çavê min nedibirî, min digot pir e, ez nikanim biqedînim. Çûkan pir qilêr kiribû, paqijkirin zor bû.

Lê wek diya min tim dibêje "karê Xwedê qedandin e", nîhayet karê min jî qediya. Nuha her tişt xweştir xuya dike. Û forsê min jî li ba xanimê zêde bûye.

Xebat jiyan e, Voltaîre gotiye: ”Xebat meriv ji sê belayên mezin diparêze: Ji bîntengiyê, ji xisletên xerab û ji feqîriyê.”

Kevirê gundor bibe kevzê nagre.
///Sîrus
Ne kevir, karê tê kirin abîdeyan tînin meydanê.
Motely
Bi saya vê felsefê miletên xerbî bi pêş ketin, çûn asîmanan û zengîn bûn. Bi xebatê meriv digihîje armanca xwe û bextewar dibe.


Mem Dogala Beyanîbaş kekê Zinar. Niha te xwarin bê minet heq kir. Lê jibîr neke, jinik ewê kar bo te derxê tu li ezmanan bi devê xwe çûkan bigire ew qanih nabin. Xwedê qewet û tenduristîyek baş bike nesîbê te.

Zinarê Xamo Mem Dogala, te jin baş kirine, bi karê meriv kêfxweş dibin, wê rojê xwarineke xweş didin meriv, lê roja din ji bîr dikin û qala karekî nuh dikin. Ev yek gelek cara hatiye serê min...
Lê alternatîf xerabtir e, şer û teşxele ye û ji wê ra jî qulqê min tuneye..

Salih Kevirbirî Her bijî Mamo Zinarê Xamo! Tu gula civat û caqiyên giran î..

Sabahattin Korkmaz Ya rebî! xebatkarek hostayek hewqas sempatîk û xwînşêrîn dibe :) Bîla sebeb pêşiya negotine "Karkerê xwe şêrînê xelkê!" Hezkirina xebatê û xebatkaran felsefeyeke qedîm e li welatê min. Di heman wextê de ev felsefe, çîroka mirovatiyê ye. Mala te ava keko, te bi wî dîmenê xwe yê wekî Robîn Hoodwarî vê sibê em vebişirandin.


Zinarê Xamo Gelek spas ji bo van pesin û gotinên te yên dostane kekê Sabahatîn !
Birayê ezîz, li Swêd felsefa karkirê xwe be, şîrîn xelkê be pir xurt e û pir kûr e. Swêdî bi piranî karkir û hosteyên mala xwe ne. Di mala wan da her hacet heye.
Swêdî di karkiriya hundur malê da pir jêhatî ne. Ji ber ku piraniyên wan xwedî havîngeh in û havîngeh, vîla û piraniya xaniyên wan jî textîn in, lema jî her sal jê ra gelek lênerîn lazim e.
Di dibistanên Swêd da derseke bi navê "hemslöjd” yanî karê nava malê, karê destan heye. Ji nanpêjiyê bigre heta bi necariyê, boyaxkirinê, terzîtiyê zarok gelek tiştan fêr dbin.
Di her mala swêdîyekî da hacet, alet û edawatên her karî heye. Boyaxa mala xwe, kaxetkirina dîwaran, welhasilî kelam hema hema hemû karên xwe ew dikin.
Piştî hewqas sal min jî ji vê kulturê hinekî para xwe girt.
Lê ji be ku ez qonderîcî bûm û min gelek karên din jî kiriye, berê jî kar ji destê min dihat.
Xaniyê xwe ez boyax dikim…
Nuha hinekî zortir bûye lê dîsa jî xwe tevê dikim…
Ez ji xebatê hez dikim. Hesinê xebitî zengê nagire, destê xebitî li ser zikê têr e.


Sabahattin Korkmaz Kek Zinar, di navbera xebitandina dest-tilîkan û jîrbûnê (zanîn, aqil fêrbûn) de têkiliyekî rast e rast heye. Însan çiqas dest û tilîkên xwe dixebitîne, jîrbûn û aqilê wî hewqas pêşde diçe. Sokrates hostayê dîwara bû. Fahm-feraseta xwe ya mezin ji karê xwe distand. Seydatiya terziyên Kurdistanê yên hewqas navdar (Niyazî ûsta, Mehdî Zana, Şemsî ûsta û gelekê din-her yek li herêma xwe weke aqilmendekî dihat qebûl kirin-), ji vê derê tê. Têza Darwîn a li ser teqabuliyetê jî, ji vir destpê dike. Yanî pêşiyê însanan (homo sapiens), kengê ku lingên xwe yên pêşî wekî dest û mil bi karanîn, wê çaxê bi aqil û fizîka xwe guherîn û gihaştin roja îro. Îlmê pedagojiyê xebitandina dest û pêçîkan teşwîq dike, lê min nizani bû ku li Swêdê wekî ders şagirt têne perwerde kirin. Ev gelekî baş bû ji bo min. Van têbinîyan min li ser vê agahiyê parvekir, ji ber ku aliyekî min jî perwerdehi ye.

Xiyas Hisên Qewet be Hostayê peyvan.

Zinarê Xamo Wey mala te ava be birayê ezîz.

Yusuf Arslan Apê min ê hêja! Gelo apê min mîtanî pehlîvanekî bû, yan tirsa amojna mibû...

Zinarê Xamo Na ne ji tirsa kesî ye, carnan ez ji xwe ra henaka dikim. Ez ji xebatê, ji dûzanê, ji berhemdanê hez dikim. Jiyana min, bloga min şahidê vê ye. Ez ji tembeliyê û ji kesên bêxîret nefret dikim..


Zinarê Xamo Kekê Sabahatîn, birayê ezîz, gotinên te yên li ser têkiliya di nabêna pêşketinê, jîrbûnê, biaqilbûnê û xebatê da rast in. Însaniyet ne bi tembeliyê, bi xebatê bi pêş ketiye, însan xebitîye û di nava xebatê da hin gelş derketine pêşiyê û li çaresiriyê geriya ye, fikrê nuh pê ra çê bûye, li rêyên nuh geriya ye, tiştên nuh ceribandiye û bi vî hawî tim bi pêş ketiye.
Xebat, berî her tiştî di warê nefsî da meriv rehet dike, aramiyekê, bextewariyekê dide meriv. Ya din ji ber ku xebat aktîvîteyeke fizîkî ye bedena meriv zindî digre. Çawa hesinê nexebite zeng digre, însanê nexebite jî ne di warê psîkolojîk da ne rehet nake û fizîkî jî dibe xwedî derd û bela.
Belê di dibistanên Swêd da derseke ” hemslöjd”/karê nava malê. Ev ders çend beş in ji wan yek jî ”träslöjd” yanî karê necariyê ye. Di vî beşî da zarok fêrî xebitandina hacetên necariyê dibin û ji bo xwe tiştan çê dikin. Gelek zarok di vê dersê da qabîlîyetên xwe keşf dikin û dû ra dibin hoste û sinetkarên pir baş e. Û her wisa fêrî gelek tiştên jiyana wan rehettir dike fêr dibin.
Gelek tiştên zarokên me ji xwe ra çêkirine li mala me hene û em wan wek bîranîn radikin. Ez dixwazim bi risim numûneyekê ji berhemên vê dersê bidim. Ev tiştekî wek qutiyekê ye, meriv kane şekir, çerez têxê. Ya din jî ciyê kilîta ye. Lawikê me yê biçûk Rojen di sinifa 9a da çêkiriye. Ez bawer dikim ev ders di sinifa 4a da dest pê dike. Zarok li gorî întrese û qabîlîyeta xwe kane her tiştî çêke…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE