26 juli 2018

Heger ne derw be Trump û Erdogan dikin deqên xwe li hev xin




Do Mahkima Îzmîrê ji nişka ve keşe Anderew Brunson ji girtîgehê derxist û şand hefsamalê. Her kes matmayî ma, got hefteyek berê mahkimê daxwaza berdanê red kir, lê ev cîguhestin ji ku derket?

Do bi şev derket ortê di sanatoyê da îro li ser Tirkiyê ewê hin biryarên pir girîng werin girtin, îhtîmal heye Amerîka êdî hew tehamulî Erdogan bike û di hin waran da ambargoyê deyne ser Tirkiyê.

Lema jî reîs tavilê emir daye mahkimê û gortiye ciyê keşe Andrew Brunson biguherin, bernedin lê fena ku we berda be bikin.

Mêrik çavê diya xwe, elimîye firildaqan û dek û dolaban.
Lê Trump ji vê konetî û şîtîya Erdogan pir acziz bû
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Penc îro beyaneka pir 


“Heger Tirkiye tavilê pastor Andrew Brunson bernede û neşîne Amerîkayê mala wî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta ev merivê bêsûc were berdan ewê li hemberî Tirkiyê tedbîrên cezaî yên berfireh bigre.”


Donald Trump jî bîstek berê got heger keşe Brunson neyê berdan emê li hemberî Tirkiyê mueyîdeyên mezin têxin dewrê…

Yanî îcar mesele hinekî didî xuya dike...
Hêvî dikim ne vir be û gefên vala bin...

Bi baweriya min sûcê Amerîkayê ye, ev du sal in Tirkiyê Brunson ji bo ku Rezza Zerab û hin çeteyên xwe yên din xelas bike rehîn girtiye.

Ev du sal in Amerîka ji bo berdan keşe Brunson li ber Erdogan digere, lê Erdogan rehînê xwe bernade, ji Amerîkayê ra dibêje heta hûn “papazê min bernedin, ez papazê we bernadim.!”

Ji dewleteke wek Amerîkayê ra pir eyb e ev du sal in hustuyê xwe li ber Erdogan xwar dike. Mêrik gewî û aşûnî bûye.

Sebebê  keşe Brunson heta nuha girtî ye ji pasîfîya Amerîkayê ye, dewleteke wek Amerîka dibê destûr neda Erdogan hewqasî bi wê bilîze, çavsoriyê lê bik.

Hela ka em binêrin piştî vê beyana Mike Pence, Erdogan îcar ewê çi manawrayê bike û bersîvek çawa bide Amerîkayê..ç

Û biryara Senato ya îşev bigre jî pir muhîm e, heger ne derew û fortên vala be dibê Senato îşev li hemberî Tirkiyê hin biryarên pir sert bigre…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE