11 juli 2018

Erdogan siyaseta xwe ya Kurdistana Bakur li gorî "sarî û germiya" têkliyên Anqerê û Hewlêrê tayin nake



Beşdariya Nêçîrvan Barzanî ya merasima serokkomariya Recep Tayyip Erdogan hin partiyên kurd û Kurdistanî pir kêfxweş û xweşbîn kiriye. 

Li gorî wan x
urtbûna tekiliyên hukûmeta Kurdistana Başûr û Tirkiye ewê ”bandoreke erênî” li wan û li Kurdistana Bakur jî bike.


Partiyên Kurdistana Bakur, vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Anqerê ”wek destpêka pêvajoyeke nû ya geşkirina pêwendiyên Enqere û Hewlêrê dibînin.”


Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak, ”serdana Nêçîrvan Barzanî di têkiliyên Başûr û Tirkiyeyê da weke qonaxeke nû dibîne û li gorî Bucak, têkiliyên germ yên herdu aliyan ewê bandoreke erênî li ser pirsa kurd a li Bakur jî bike. Dibe ku AK Partî bi serokatiya Recep Tayîp Erdogan bizivire ser siyaseta aştiyane û demokratîk. Li hemberî miletê Kurd jî dibe ku çareseriyeke siyasî pêk bê.”


 Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek jî wek Sertac Bucak serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê di nabêna Anqerê û Hewlêrê da ”weke destpêka pêvajoyeke nû ya geşkirinê dibîne” û dibêje: 

“Bê guman destpêkirina nermahiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de tiştekî baş e. Em piştgiriya vê nermbûnê dikin. Hatina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê dibe ku li Kurdistana Bakur bibe alîkar, rêxweşker bo çareserkirina pirsa kurd bi riya diyalog û aştiyê.”


Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî dixwaze pêwendiyên herdu aliyan xurtir bibin û dibêje xurtbûna pêwendiyan ewê li Bakurê Kurdistanê jî nermbûnekê çêke.

Endamê komîtieya giştî yê PAKê Henefî Turan jî dibêje,
“Heger di nava Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pêwendî germ bibin, ez bawer im ewê germahî ji sedî sed bandorê li ser Bakurê Kurdistanê jî bike. Ewê di pêwendiyên kurdên Bakur û dewletê de jî nermahiyek çêbibe.”

Partiyên bawer dikin lihevhatina Hewlêrê û Anqerê, ”germbûna” têkiliyên di nabêna hukûmeta Kurdistana Federe û Tirkiyê da ewê tesîreke pozîtîf li siyaseta Erdogan ya li hemberî kurdan bike hesabekî pir şaş dikin, xewnan dibînin.

Erdogan tu carî siyaseta xwe ya li hemberî kurdên Kurdistana Bakur li gorî sarî û germîya, başî û xerabiya têkiliyên xwe yên bi kurdên başûr ra tayin û  tanzîm nake.

Tu carî jî li gorî vê nekiriye. Erdogan siyaseta xwe ya li hemberî kurdên bakur li gorî şertên hundur, hêza kurdan û ”bekaya Tirkiyê” tayin dike.

Siyaseta Erdogan(ez tim dibêjim Erdogan, çimkî partî û hukûmet fasafîso ye, gotina dawî ya wî ye) ya li hemberî kurdên Kurdistana başûr û rojava siyaseteke antî-kurd e; dibê kurdên başûr azad nebin û Kerkûk û tevayiya Kurdistana Başûr nekeve bin destê kurdan. 

Erdogan ev siyaseta xwe ya antî-kurd di referandûma serxwebûnê da nîşanî kurdan da. Derket ortê Tirkiye ne bi kurdan ra, bi Îraqê ye û kane bi dijminên kurdan ra şerê kurdan jî bike.

Siyaseta Erdogan ya li hemberî kurdên başûr di referandûma serxwebûnê da çi bû, îro jî eynî ye, têkiliya Anqerê û Hewlêrê germ jî bibe, sar jî bibe ev siyaseta Erdogan ya antî kurd naguhere. Erdogan û Tirkiye dixwaze statuya kurdan ya îro heye jî dibê ji destê wan were girtin.

Kurdê viya nebîne, hîn jî hêviyekê ji Erdogan bike xwe dixapîne û gorra xwe dikole; îro AKP bûye MHP û Erdogan jî bûye Devlet Bahçelî, Bahçelî ji bo kurdan çi difikire Erdogan jî eynî tiştî difikre.

Û li Kurdistana Rojava jî ji xwe bi dagirkirina Efrînê ra derket ortê Erdogan ji bo kurdên rojava çi difikire. Heger ne ji îtîrazên Amerîkayê û Fransayê bûya Tirkiyê ji zû da êrîşî biribû ser Kobanê, Serêkaniyê û Qamîşloyê û hemû Kurdistana Rojava wek Efrînê dagir kiribû. 

Û herçî Kurdistana Bakur e, Erdogan heta nuha sed carî, hezar carî gotiye li ”Tirkiyê mesela kurd tuneye, nemaye, mesela terorê” heye, wî hemû mafê kurdan daye û ev mesele ji zû da qediya ye.

Efendim heger têkiliyên nabêna Hewlêrê û Anqerê baş û germ bibe, ewê tesîreke pozîtîf  li siyaseta Erdogan ya kurdên bakur jî bike. Qet têkiliya wê tuneye, xeyaleke bêbingeh e. 

Hedefa Erdogan ya îro ne ku mafekî bikde kurdên Kurdistana Bakur, belovacî wî hemû maf û îmkanên ji bo xapandinê heta nuha dane, çavên xwe jê ra girtine, ji ortê rake û tevgera kurd ya siyasî ya legal û demokratîk basko bike, bifetisîne.

Têkiliyên Hewlêrê bi Erdogan ra germ jî bibe û sar jî bibe tesîrê li rewşa kurdên bakur nake, ji xwe kurdên başûr jî îşê xwe ji kurdên bakur naynin. Tirkiye hemû Kurdistana Bakur bişewitîne jî hukûmeta Kurdistana Fededere xwe ji tirkiyê aciz nake û nabêje çima te kir…

Ma dema Tirkiyê 12 bajarên Kurdistana Bakur wêran kirin, bi hezaran kurd sax sax înfaz kirin û dema Efrîn bi çeteyên Daîşê ra dagir kir dengê xwe kir, têkiliyên xwe bi Tiriyê ra xerab kir?

Tirkiye û Îran hemû kurdan qir jî bike, hukûmeta Kurdistana Federe têkliyên xwe bi Tirkyê û Îranê ra xera nake.

Lema jî ”germî û sarîya” têkiliyên Hewlêrê û Anqerê tu tesîrekê li rewşa kurdên bakur nake.

Tiştê xuya dike ji bo kurdên Kurdistana Bakur sibe ewê ji îro xerabtir be. Têkiliyên Tirkiyê bi Hewlêrê ra baş bibe, baş nebe, siyaseta Erdogan ya antî kurd ewê neguhere, ewê berdewam be. 

Heta Erdogan bi Bahçelî ra be, heta şertên îro ji kok da neyên guhertin, heta Erdogan di neyartiya kurdan da mecbûrî çerxkirinê nebe, ewê dev ji vê siyaseta xwe ya antî-kurd bernede.

Ya din bêtifaqî û heftserîtiya kurdan jî dibe sebebê Erdogan di vê siyaseta xwe ya antî-kurd da israr bike. 

Heta kurd li başûr û rojava wiha bêtifaq bin û piştgiriya hev  mekin û heta ku li bakur jî PKK xwediyê vê siyaseta Tirkiyeparêziyê û ”welatê mişterek” be, bi gotineke din heta ku PKK û HDP nebin tevgereke kurd û Kurdistanî û dev ji dûviktiya çepên tirk bernede, li Kurdistana Bakur ne kurd kanin tiştekî bi ser avê xin û ne jî dewlet ji kurdan ditirse û ben li gewriya wan sist dike. 

Roja HDPê got ez partiyeke Kurdistanî me û ji dêlî çepên tirk, bi kurdan ra tifaq çê kir, a wê demê Erdogan ewê siyaseta xwe ya antî-kurd biguhere. Û kurd jî ewê kanibin bi hêza tiştekî bi dest xin.

Nizanim têkiliyên Anqerê û Hewlêrê baş bibe ewê xêr bi serê me jî keve xeyaleke bêbingeh e, dibê kurdên Kurdistana Bakur xwe bi vê xeyala vala nexapînin. 

Têkliya Anqerê û Hewlêrê çi be jî Tirkiye û Erdogan siyaseta xwe ya li  hemberî kurdan li gorî wê naguhere. Ji bo ku Erdogan bi kurdan ra rûne, dev ji siyaseta xwe ya îmhakirinê berde hin tiştên din lazim e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE