20 juli 2018

Em û Swêd bi hev ra dişewitin



Me her tim ji sar û sermayê û ji baranê gazin dikir, me digot li Swêd havînan bedena me tu carî germ nabe, em têr tîrêjên rojê nabînin.

Camêr îsal Swêd kir Kurdistan, germeke di tarîxa Swêd da çênebûye da me, got a ji we ra germ û bişewtin... 

Em ji gazinên xwe poşman bûne, em dibêjin heyra em gazin û dua xwe ya em germê dixwazin paş da digrin, kerema xwe vê germa xwe paş da vekşîne û dîsa barana me bide me, em baranê dixwazin…


Lê guh neda me, carê qeherî ye, her ku em baranê dixwazin, ew germê zêde dike. 

Ez xulam em qebûl dikin me şaşî kir, bes e, hewa xwe dîsa bibe qeysa her sal, kal û pîrên me fêrî vê germê nebûne, milet difetise. Xêra xwe li me were rahmê û baraneke bi şid û sermê bide me..

Nuha li Stockholmê 28-30 derece ye, bîsteke din ewê bibe 32-34 derece…
Em ji germê şewitîn.
Em qeliyan.

Çend çilk ne tê da, ev sê meh in Stockholmê baran nedîtiye, hema hema her dera Swêd wiha.

Ev du hefte ne, belkî hîn  hîn zêdetir li 20-30 deran di daristanan da şewatên mezin hene, Swêd dişewite. 

Ji Almanyayê, Îtalyayê, Norweçê, Fransayê û hin welatên din hatina hawara me lê dîsa jî nikanin vemrînin. 

Çimkî daristan li Swêd pir e.

23 000 000 hektar erdê Swêd daristan e. Ev reqem ji nîvê tevahiya axa Swêd zêdetir e.

Yek du şewat ji ber birûskê be jî lê piraniya şewatan ya sabotaj in, ya jî ji ber îhmalkariya însên e yanî însan bûne sebeb.

Li Swêd bi dehhezaran merivên qaçax, sûtal, çeteyên îslamî îllegal dijîn. Bi hezaran însan li çolan, di nava daristanan da çadiran vegerin, bi dizî dikevin havîngehên xelêkê û dibin sebebê şewatan. 

Swêd nuha welatekî bêxwedî ye, berdan berdan e. Kontrola dewletê tuneye. Kî bixwaze tê Swêd. Îşê Swêd pir xerab e, dawiya Swêd pir tarî xuya dike…

Ereban, îslamîstan, musilmanan çi anîn serê welatên xwe ewê bînin serê Swêd jî.
Li ser pêşeroja Swêd ez pir reşbîn im...

2 kommentarer:

  1. Bila tozekî bişewitin belkî ji halê şewitîyan fam bikin. Belkî...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ev milet, swêdî pir sav û kêmaqil in. Ev dilpakî û humanîstiya wan ewê li ser wan pir buha rûne. Xelaskirina Swêd êdî pir zor e. Ewê bibe welatekî ereb-musilman...

      Radera

PARVE BIKE