07 juli 2018

Dîtina dost û havalan meriv rûgeş dike



Ez û xanim îro (do, 6/7) çûn şahiya qedandina zanîngehê, (unîversîtê) ya keça Dr. Celadet Çelîker Dr. Evîn xanimê. 

Şahiyeke pir xweş bû, gelek kurdên Kurdistana Bakur û Rojhilat hatibûn. Me gelek dost û heval dîtin û bi hinekan ra jî sohbet kir. Me bi hev ra çend saetên xweş borand.


Dibê ez sipasî Emerê Wanî(Emerê Kawacî) û xanima wî Dîlare xatûnê bikim, ji wê rêya dûr em bi ereba xwe anîn malika me. Yan na heta du sateên din jî em nedigîsştin mala xwe.


Spas ji bo Emer û Xanima wî Dîlara xanimê...


Min bi xwe tu foto negirt, lê Muzeyen Pakdemîr xannimê çend fotograf/risim girtin. Ev fotografên ez belav dikim yên Muzeyen xanimê girtine. Ez spasî wê jî dikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE