09 juli 2018

Dîplomasî ne hustuxwarkirin e



Rûdaw û Kurdistan24 dibêjin ” Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Recep Tayîp Erdogan tevî şandeke pê ra beşdarî merasima Erdogan dibe.”

Lê li Tirkiyê ne kes çû pêrgî Nêçîrvan Barzanî û ne jî navê wî di lîsteya mîvanan da heye.


Di lîsteya hatiye belavkirin da navê hemû mîvanan, navê dewletên tiroviro, çeqel û çuqûlên kuçan, diz û dîktatorên Afrîkayê û çend ereb û heta bigihîje kesên Înterpol lê digere jî heye, lê navê Nêçîrvan Barzanî tuneye.

Di lîsteya li medyayê hatiye belavkirin da navê Nêçîrvan Barzanî tuneye.

Ev çawa ezimandin e?

Meriv li mîvanê xwe wiha dike?

Helbet ev heqaret û biçûkxistin bi emrê Erdogan hatiye kirin, wî gotiye bira kes neçe pêrgî û navê wî nexin lîsteya mîvanan.

Ji ber ku mêrik merivekî bêexlaq e û lûmpen e, li gel ku wî Nêçîrvan Barzanî vexwendiye, di lîsteya mîvanan da navê wî belav nake û vê bêterbîyetiyê jî wek mêraniyekê, wek mezinahiyekê dibîne, wek ku bi vê yekê ji kurdan heyfekê digre.

Yanî ji Nêçîrvan Barzanî ra dibêje dema hûn ji bin emrê min derkevin ezê wiha pê li serê we kim. Bi vê namerdiyê mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide…

Merivekî bi esalet, dewleteke cidî li hemberî mîvanê xwe wiha nake, ev bêesaletî ye.

Lê Nêçîrvan Barzanî jî dibê hewqasî xwe biçûk nexîne û vê bêhurmetiya li hemberî xwe qebûl neke.


Madem navê wî di nava lîsteya mîvanan da tuneye, madem kes naçûye pêrgî, dibê ew jî neçûya merasimê. 

Lê Nêçîrvan Barzanî tu carî tiştekî wiha nake. Tirk viya baş zanin. 

Tirkan carê kurdên Kurdistana Başûr xesandine, ew çi zulmê, çi nehqiyê û heqaretê li wan bikin jî ewê daqultînin û hustuyê xwe li ber Erdogan xwar bikin.

Şelafiya Rûdaw û Kurdistan24 ji Erdogan ra dikin îspata qebûlkirina vê bindestiyê ye….

Lê lîsteya mîvanên Erdogan nîşan dide halê wî pir xerab e, Tirkiye ji dinyaya demokratîk tam îzole bûye. Di nava mîvanan da ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Amerîkayê kes tune, hevalên wî Omar al-Bashir dîktatorê Sûdanê û dîktatorê Erîtreyê û hin diz miz û sûtalên kuça ne. Ev ne elemata xêrê ye, tirk jî viya dibînin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE