02 juli 2018

Dibê ew pisik zû were vir !




Rojekê mişk di bin masê da rastî şûşa araqê ya devvkirî tê û camêr wek marekî xwe bera hundurê şûşê dide. Piştî hinek bîhnkirin û alastin efendî serxweş dikeve û dû ra jî wek şêrekî derdikeve ser masê û dibêje:


 ”Errrrik, ez bavê felekê me, ka pisika vê malê li ku ye, bira zû derkeve hemberî min!”



Rojekê hinek bîra bi mişk dane vexwarin, tavilê dest bi kilaman, lolo, lêlê kiriye. Dû ra votka danê, dest bi lîstikê kiriye. Dû ra whisky danê.Edê qafê efendî pir xweş bûye, pepikê xwe li masê xistiye û gotiye:

-Dibê ew pisik zû were vir !

XXX
Remezan dihere û tê
Rojeke remezanê ya pir germ, erd û asîman dikele, Xoce Nesredîn bi rê da ji tîna behecîye. Bala xwe dayê dike ji tîna bibehece. Ji bêçaretiyê dageriyaye ser kaniyekê ji bo ku qultek av vexwe. Tam dema dike avê vexwe, ji nişka ve
 
rêwiyek tê derketiye û bi hêrsek mezin ji Xoce ra gotiye:

-Xoce, ma bi vê riya xwe spî tu fedî nakî tu rociya xwe dixwî?
Xoce awirekî tûj dayê û gotiye:

-Lawo de wê da biteqize, remezan dihere û dîsa tê, lê heger ez herim ez hew têm…
XXX
Di meha remezanê da ji pîrê elewî pirsîne, gotine:

-Pîrê hêja, ma tu di heqê meha remezanê da çi difikirî?
Pîr gotiye:

-Weleh ez ji bo fitarê tiştekî nabêjim, lê belê suhor pir dereng e, ew jî bigirtana danê nîvro ewê pir baş bibûya.

 XXX
Îsotçiyekî rihayî hebû, her êvar ji xanima xwe ra digot min rake suhorê, dibê ez di xew da nemînim. 

Jinikê jî her şev radibû suhor hazir dikir, ban efendî dikir û herduyan suhora xwe bi hev ra dixwarin. 

Lê mêrik sibehan radibû wek ku ne bi rocî be xurîniya xwe dikir û bi roj jî navroja xwe dixwar. 

Yanî efendiyê me rocî nedigirt. 

Rojek, du roj, jinikê hew tehamul kir, jê ra got:

-Mêro, tu her şev radibî suhorê lê rociyê nagirî. Heger tu yê rociyê negrî wê demê tu çima radibî suhorê dixwî?

Îsotçiyê me gotiye:

-Xatûn, erê ez rociyê nagrim, lê ranebim suhorê jî, ma qey tu dixwazî ez bibim gawir?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE