06 juli 2018

Darên me îsal xwe baş xemilandine





Hewqas fêkî îsal ezê bidim kê ?

Di hewşa me da sê darên me yên fêkî hene; dara sêvê, dara giryazê(gêlaz, qeresî) û dara/mêwa tirî.

Sala çûnî(par) dara giryazê pir hindik û ya tirî jî çend gûşiyên hebhûrik girt. 


Helbet li Stockholmê tirî çê nabe, lê heger havîn germ derbas bibe tirîyê mêwên hewşan çê dibe, hebhûrik in lê tê xwarin.
Lê sêv, hirmê û încazên Stockholmê  pir in û xweş in jî.


Dara me ya sêvê salê çûnî/par ji bin da sêv negirt. Ez dibêjim belkî me sêvek jî jê nexwar…

Lê îsal hersê darên me jî xwe baş xemilandine.

Dara sêvê tu salî hewqas sêv negirtiye, îsal ji pelên xwe zêdetir sêv girtine. Dareke biçûçik e, ji ber ku hewqas pir girtiye gulî dikin di bin da bişkên. 


Erê ew dareke biçûk e feqet sêvên wê yên payizê ne, her yek bi qasî hinarekê mezin dibe. Sêvên sor in û tahma wan jî pir xweş e. Nizanim îsal ezê hewqas sêv li kê belav bikim ?

Dara sêvê ne nuha, payizî, dema sêvên wek goma sor dibin, a wê çaxê pir xweş xuya dike, meriv dixwaze hema lê temaşe bike…


Hemû dar bi fêkiyên xwe xweş in, lê hin dar hene fêkiyên wan xemleke bêemsal dide wan. Sêv yek ji wan e.

Wek min got dara giryazê(gêlazê, qeresiyê)jî pir girtiye, ji nuha da sor dike, bi gulî û çiqlên wê ve giryaz wek morîkên sorsorik xuya dikin. Pir bedew xuya dike.


Ew jî dareke biçûke, lê îsal pir comerd bûye, diyar e deynê xwe yê par dide.

Tiştek bi mêwa tirî û bi dara giryazê nayê, lê dara sêvê neşikê baş e…


Hevalên Kurdistanê, li bajar û welatên din nikanim xwe bigihînim wan , lê yên Stockholmê heger dixwazin ji bexçê Zinarê Xamo sêva dinyayê ya herî lezîz bixwin bi ra ji nuha da navên xwe binivîsin û têkevin dorê.

Ya Bextîyar Elî  ”Sêva Dawî ya Dinyayê” heye, ya min jî sêva dinyayê ya herî xweş û lezîz heye…



2 kommentarer:

  1. Ez di dora pelên mêwa te de me.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ser çava, ew rehet e. Hema were. Lê nuha hinekî qert bûne.
      Weleh îsal pel jî pir in. Em êdî nakirin, pelên me ji malê ye.

      Radera

PARVE BIKE