23 juli 2018

Dalkurdê îro alîgir û hezkirên xwe xeyalşikestî kirin



Xwedê kir maç 4-1 qediya. Baş bû 10-12 gol navêtin. Lema jî em îro pir erzan xelas bûn. Ez bi xwe şikiriya xwe bi 4-1ê tînim...
Bawer bikin li sahê em tunebûn, Xwedê alîkariya me kir û em zêde nebûn sosiret...

Nîvê pêşî Hammarby 4-0 bû, min digot di nîvê duyem da ewê 5-6 golên din bavêjin û emê ji bin da rezîl bibin. Lê Xwedê kir wer nebû, em pir erzan filitîn...



Lê axir hinek bi xêra qeleparêz û hinek jî bi liberxwedana wan tu golên din navêtin û maç 4-1 qediya.

DALKURDê heta nuha tu carî hewqasî mirî û bêhêvî nelîstiye, min bilîsta minê ji wan baştir bilîsta...


Ne kanîbûn xwe biparêzin û ne jî êrîş bikin, bi vê lîstikê her kes kane zora Dalkurdê bibe.

Dalkurd dibê careke din lîstikeke hewqasî bêhîvî û mirî nelîze. Terefdar û dildarên wê qebûl nake, dibê bi ezm bin û baş li ber xwe bidin...


Dalkurdé em rezil kirin. Min bilìsta miné ji wan baştir bilìsta. Heger wiha dom bikin ewé 5-6 golén din bxwin.


Mihemed Ronahi Bi xwedê ez dibêm qey giş ji bêqidûmiya te bû Apo. Kê ji te re got here maçê. Hella hella 

Heval Hacî Eger Dalkur van herdu matçên bê de serbikevê (herdu tîm jî ne xurtin) emê bikarin bêjin ku Dalkurd vê nîve de tiştek meqbûl kirye , lê nexwe na

Fahri Kaya Hevalno bé hévi nebın, sebıkın.Top GROVER e..

Veli Sahin Bibe Entînê bila li wir parikî hînê lîztikê bibin. Wisa jî nabe. Min ji qehra xwe por nehişt rûçikand.

Zinarê Xamo Derdê van kuredan ebeden nayê kişandin, meriv ne kane bide pêş wan û ne jî bide dû wan.

Tu neçî maça wan ewê bibêjin çima tu neçû, tu bi destê xwenima xwe digrî diherî, îcar jî dibêjin çima tu çû, bêrûtiya te bû sebebê têkçûna taximê we....

Kuro dev ji van şorên vala berdin, heta qûna we ev qûn be, ez herim jî û nerim jî hûnê tim di binî da bin..

Hêlîna bûmê giş bûbû zîlq, çêlikên wê jê ra gotin dayê, hêlîna me di nava zîlqê da maye, em ji bînê gêj bûn, her dera me di zîlqê geriyaya, were em vê hêlîna xwe biguhrînin û ji xwe ra hêlîneke nuh ya paqij ava bikin.
Dayika wan keniya û got, zarokno, bi xwedê heta ev qûn qûna me be, em kîjan hêlînê ava bikin jî ferq nake, piştî demekê ewê dîsa di guyê me da bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE