09 juli 2018

Çîroka vî portreyê min



Ev demeke ez dixwazim fotografê xwe yê bloga xwe biguherim. Ji dêlî fotografê nuha,  dixwazim karîkatorekî ya jî portreyekî bi qelemê, bi boyaxê çêkirî têximê. Dixwazim fotograf rakim, portreyekî, rismekî xweşiktir, hîn ciwantir têximê.

Kekê Yehya Alselo ji min ra portreyek çêkir, lê him kêfa min jê ra nehat û him jî ne li gorî blogê bû. Ez li dû portreyekî li gorî blogê me. 


Lema jî min bi kar neanî. Hezar carî mala wî ava be. Careke din spasî wî dikim.

Wê rojê bi alîkariya Emer  Faruk Baran, Mizz  Zika xanimê ji min ra rismek çêkir. Min bala xwe da risim, min ji xwe ra got ma ev ez im?

Ez li hêviya rismekî pir ”xweşiktir” û ”ciwantir” bûm…

Lê li gorî min ev risim ne rismê e, ji min bêtir dişibe kundekî…

Helbet resam kanin însanan bişibînin teyr û tuyan û lawiran, belkî jî li ber çavê Mizz Zîka xanimê ez dişibim kund.

Ez merivekî pir hulhulî me, zû bi zû bi tiştan nayêm serî, nexweşiya mikelmelbûnê hinekî bi min ra heye, dibê bêqusûr be…

Ya jî tam bi dilê min be.

Û razîkirina dil jî her tim ne rehet e.

Belkî jî rismê Mizz Zîka xanimê çêkiriye pir xweşik e, belkî jî ji orjînalê wê jî xweşiktir e, lê nizanim çima li ber çavê min pir ecêb xwanê kir…

Berçavk, rîh û simêl piçekî dişibin yên min,  lê portre bi xwe na, dilê min lê germ nebû…

Min ji Emer Faruk Baran ra got, lawo ma ev ez im ya jî yekî din e?

Got, apo bi xwedê tu yî, lê heger ne bi dilê te ye ew tiştekî din e.
Axirê me tiştek nekir serê hev…

Min rabû ban xanimê kir, min got xanim hela were li vî rismî binêre, yê şandiye dibêje ev rismê te ye. Ma bi rastî dişibe min?

Got çavên baş nabînin, çû berçavka xwe anî û bala xwe da rismê li ser ekrana kompîtorê. Hinekî pê da tima bû, ”got erê tu yî, ne xerab e. Eynî berçavka te ye. Meriv baş bala xwe bidê meriv nas dike tu yî…”

Lê dîsa dilê min neket cî, ez îqna nebûm. 

Lema jî min got ezê risim pêşkêşî xwendevanên hindik-rindik jî bikim, hela ka hûn çi dibêjin, hela fikrê we çi ye? 

Bi dîtina we ez vî rismî bikim portreyê profîla bloga xwe ya jî bira fotografê min yê nuha bimîne?

Axir min xwest ez fikrê we jî bizanibim, belkî di netîceya dîtinên we da ez fikrê xwe biguherim û dilê min lê germ bibe….


4 kommentarer:

  1. Xalo, ev ji te betir dishibe Yalcin Kucik

    SvaraRadera
    Svar
    1. A ev ji kund jî xerabtir e, Xwedê tu kurdî neşibîne Yalçin Kuçuk.

      Radera
  2. Xalo, welleh, ez sed salî bimînim jî vê resimê nakim profîla xwe:) Ma meriv bi destê xwe qîmeta xwe bixe dibe?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ê baş e, wa ye ez fikrê te fêr bûm.

      Radera

PARVE BIKE