22 juli 2018

Camêr bi tirkî ji kurdan ra dibêje kurdino bi tirkî nenivîsin




Kurdekî kurdên bi tirkî dinivîsin rexne kiriye, gotiye dibê kurd bi tirkî teslîmî tirkî nebin û bi tirkî nenivîsin.

Daxwazeke rast e, maqûl e û heta hûn bixwazin jî di cî daye. Ne mimkûn e meriv jê ra nebêje şabaş, ”her bijî!”

Lê kesê xwediyê vê şîretê ev daxwaza xwe bi tirkî kiriye.
Yanî bi tirkî ji kurdan ra gotiye ”bi tirkî nenivîsin”!


Min jê ra got, Mihemedê delal, berî tu xelkê rexne bikî, tu bi tirkî nenivîse. Tu bi tirkî ji kurdan ra dibêjî bi tirkî nenivîsin !
Ma ev îş e ?

Ji bo tu kanibî ji xelkê ra bibêjî cixarê nekşînin, cixare ji bo siheta wa xerab e, dibê tu bi xwe ne cixarekêş bî û kezeba xwe jahrdadayî nekî...
Te fêm kir ?

Tiştê ez zanim derdê kurdan nayê kişandin, lê carê em di hev geriyane, ezê heta mirinê vî derdê bêderman bikşînim. Ne bi rev tê û ne jî bi gotin…
Ev jî ezabê minê vê dinyayê ye…

Sedrettin Yigit Buye qisa mela û cemaetê.

Xiyas Hisên Ez dibêjim heger bi Kurdî binivîsanda, belkî pir kes armanca negirtana.

Zinarê Xamo Yanî tu dibêjî yên bi kurdî dinivîsin jî bira dev ji kurdî berdin û bi tirkî binivîsin!
Heger yên bi kurdî dinivîsin ji bo kurdînezan fêm bikin bi tirkî binivîsin, wê demê kî ewê bi kurdî binivîse?
Hinek ji xwe bi kurdî nizanin û heger yên zanin jî bi tirkî binivîsin wê demê kî ewê bi kurdî binivîse?
Çend kesên bi kurdî dinivîsin hene, wer xuya dike hûn dixwazin ew jî dev ji kurdî berdin...

Fuat Önen Nimûneya cigarekêşîyê ne di cîh de ye :)

Zinarê Xamo Hevalo, bawer bike tew tu nehat bîra min, tu bihata bîra min, min numûneya cixarê nedida, minê bigota nêrgile...😀
Ji bo xatirê te minê bela xwe di cixarê neda...

Süphiye Bulut Ka aqil

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE