12 juli 2018

Bînalî Yildirim kirin serokê meclîsa derewîn



Hela hûn werin min û vê sosireta mezin, dibêjin Bînalî Yildirim beg bûye Serokê Meclîsa tirkiyê...
Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Bînalî Yildirimê gotibû ”di koka min da jî kurdayetî heye) bi 335 rayan bû Serokê ”Parlementoya” Tirkiyê.
Îcar parlamento?
Kuro ma parlamento heye Bînalîyê belengaz bûye serok?
Tirk pir henekçî ne ! 
Belkî Serokê mezin, birêz Recep Tayyip Erdogan di rojên pêş da “meclîsê” bike qahwexane û kesên bi nav “parlamenter” jî ji xwe ra tê da domînê, tawlayê û pinîkêrê bilîzin…
Gerek serokê mezin ji 596 kesan ra mijûlîyekê bibîne.


Erdogan tiştê anî serê Fetulah Gulen, anî serê Adnan Oktarê çete û qebrax(pêzeweng)jî. 
Bi salan îmkan dan vî çeteyê qebraxiyê û fuhûşê, çavên xwe ji faalîyetên wî ra girtin.
Û do bi operasyonekê ew û hemû çete û feqîrên bi darê zorê kiribûn fahîşe girtin û dest danîn ser hemû mal û milkên wî.
Ev Recep Tayyip Erdogan e,
berê bi kar tîne,
dû ra malikê lê diviritîn

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE