04 juli 2018

Bi golê zavayê kurdan Swêd bilêta çarîk fînalê girt

Daweta  Şengê Husên û Emil Borsbegê gol avêt ji Îswîşreyê da.
Emil Forsberg bi keçeka kurd ra zewicîye.

Ez û xanim li maça Swêd-Îswîçreyê(Schweiz)temaşe dikin. 
Wek kurdekî Swêd ez dixwazim Swêd, welatê minê duyem û welatê zarokên min qezenc bike.

Û kurdên Îswîçreyê jî dixwazin Îswîçre bi ser keve.
Ji ber ku em bêwelat in em hatine hemberî hev, ji me her yek piştgiriya welatekî dike. 


Bêdewletî wiha ye. Kurdên bêdewelat hinek dilxwazên Swêd û hinek jî dilxwazên Îswîçreyê ne. 

Heta em bêdewlet bin in emê tim ji xelkê ra li çepikan xin.


Bi golê zavayê kurdan Emîl Forsberg Swêd bilêta çarîk fînalê girt-

Zavayê kurdan Emîl Forsberg bi gola xwe Swêd xelas kir !
Yanî Swêd xêra zavê me zora Îswîçreyê bir. 

Em kanin bibêjin para me jî di vê serketina Swêd da heye...
Navê keça me Şengê Husên e...


Colombîyayê bi rengekî mûcîzewarî di saniyeyên dawî da rewş kir 1-1, lê belê lîstikeke madê meriv jê bigere lîst. 

Heta nuha tu welatî lîstikek wiha şerûd nelîst. 

Hêvî dikim di deqîqeyên dirêjkirinê da jî şerûdiya xwe nedomînin.
Di nîv saeta dirijkirinê da jî kesî gol navêt û maç ma penaltîya. Îngilistan di penaltiya da 4-3 bi ser ket.
Bi vê serketinê Îngilistanê bilêta çarîk fînalê girt û Colombîa şand mala wê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE