29 juli 2018

Baranê vêsê xwe nîşanî Stockholmê da lê zû çû



Stockholmê vê sibehê baranek xweş dît…

Me gelkî bîriya wê kiribû...

Baranê bibar bibar, çûkan genimê te xwar, Swêd ji zû da ye li bende te ye hustuxwar.

Hema hema ev sê meh in me çilkek baran nedîtiye, axairê dawiya dawî vê sibehê saet li dor 05.00 xanimê xwe nîşanî Stockholmê da. Û him jî pir xweş, bi zirp xwe nîşan da û bû ximîn û xuşîna wê…

Bi gurregurra tavan û şîrqîna birûskan ra ez ji xewa xwe ya şîrîn hol bûm û ji bo bizanibim rast e ya na, min çû derî vekir û bîstekê bala xwe da ximîna wê, ji asîmanan bi kûzan vala dibû. Min ban xanimê kir, min got:



-Xanim, hela rabe, were binêre baran dibare.

Ew jî rabû hat, me bi hev ra bîstekê li xumîna wê temaşe kir. Min got heger saetekê wiha dom bike ewê aşît rabe. Lê saetekê dom nekir, zû vekir û berê xwe da dereke din.

Lê dîsa jî mala wê ava be, erd baş av da, ax tî bû, daran ji zû da ye payiz anîne û pelên xwe weşandine…

XXX
Wext di şevê da wek çemekî/rûbarekî diherike.
Kê gotibe pir xweş gotiye. 

Û ev çem, çemekî wiha ye tu carî namiçiqe û ewê nemiçiqe jî, her diherike û diherike û ewê her biherike û biherike...

-Wext di şevê da wek çemekî/rûbarekî diherike.
Kê gotibe pir xweş gotiye. 

Û ev çem, çemekî wiha ye tu carî namiçiqe û ewê nemiçiqe jî, her diherike û diherike û ewê her biherike û biherike...


Baranê em kêfxweş kirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE