26 juli 2018

Ayfer Duzdaş û Şahê Merdan !



Ayfer Duzdaş stranbêjeke, hunermendeke pir taybet e, him bi dengê xwe û him jî bi dîksîyona xwe taybet e, bêhempa ye.

Di vê albûma xwe ya dawî ”Şahê Merdan” da bi xebateke pir îstîsna derketiye hemberî guhdarên xwe.

Ayfer Duzdaş xanimê di vê albûma xwe da ji Xorasanê heta Çorimê hin stranên kurdên Elewî yên dînî civandiye û bi devok û meqamên wan yên otantîk gotiye. Ev gelkî muhîm e. 


Çendakî berê yekî ev albûm belav kiribû û hin tişt jî li ser gotibûn, lê ji ber ez bi tiştekî dim mijûl bûm min lê guhdarî nekir. Nuha bi xêra Mihemed Ronahî min lê guhdarî kir û gelkî jê hez kir.

Stranên kurdên elewî yên dînî wek qesîdeyên li ber erbanê tên gotin, muzîkeke kurdî ya taybet e. Ev berhema Ayfer Duzdaş xanimê ji vê muzîkê numûneyeke pir xweş e. Ji bo çêkrina albûmeke wiha orjînal zanîn, ked û xebateke mezin lazim e. 

Spas ji bo Ayfer Duzdaş xanimê. Berhemeke pir taybet û xweş pêşkêşî guhdar û muzîkhezên kurd kiriye.


Ayfer Düzdaş-Şahê Merdan
  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE