04 juli 2018

Ajanên Tirkiyê û Îranê rojê depoyeke leşkerî diteqînin



Ajanên dagirkeran îro jî(3/7-18) li Duhokê depoya sîleh û cebilxaneyên Leşkerên Roj teqandin.

Do jî li Silêmaniyê teqandin.
Ev sosireteke giran e, ibret û felaketeke mezin e !

Dibê wezîrê karên hundur, berpirsiyarên leşkerî, heta serokwezîr jî îstîfa bikin!


Çawa dijmin rojê depoyeke meriv ya sîlehan biteqîne ?!
Wê demê ev welat ji kok da bêxwedî ye !
Diyar e lîsteya depoyên sîlehan di destê ajanên dijminên me da ne, yek bi yek bi hewa dixin.



Di nava çend mehan da ev sabotaja şeşa ye, lê heta nuha yek kes jî nehatiye girtin. Çima ewê bigrin, belkî yê sabotaj kirin karkir û nobedarên ber depoyan in. Yanî ajanên Tirkiyê û Îranê hewqasî baş bi cî bûne. Kanin rojê deh teqînan bikin.

Ev sabotajên li pey hev ne elameta xêrê ye, sînyala êrîşeke mezin e.

Bi van sabotajan kurdan destvala dihêlin ji bo ku kurd li hemberî êrîşekê nikanibin xwe biparêzin.


Ajanên Tirkiyê ya jî Îranê do jî li Silêmaniyê depoya çek û cebilxaneya pêşmerge teqandin. 

Çend roj berê jî li Hewlêrê depoyek sîlehan ya mezin teqandin, do jî dora Silêmaniyê bû. 

Ev depoya/embara 5a ye ajanên Tirkiyê ya jî Îranê diteqînin û heta nuha yek kes jî negirtine.

Van partiyên pûlperest û vê hukûmeta şexan û malbatan Kurdistan kirine hêlîna ajanên tirkan, mêrikan rojê depoyeke sîleh û teqemeniyê diteqînin. Hûn bi qurbana wan sîleh û cebilxaniyên xelkê dane we. Dibê miletê kurd pêsîra xwe ji destê van serok, malbat û eşîran xelas bike.

Heta ev partî û ev serok li ser hukim bin Kurdistan ji ajanên Tirkiyê û Îranê paqij nabe, Kurdistan ewê tim mal û hêlîna sîxurên Tirkiyê û Îranê be, ewê rojê sabotajekê bikin. Çimkî hukûmet naçe ser ajanên Tirkiyê û Îranê, wan li welatê xwe, di mala xwe da xwedî dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE