29 juni 2018

Yekîtiya Ewrûpayê biryar da 3 milyar Euro xûgê/xeracê bide Tirkiyê !


Yekîtiya Ewrûpayê di civîna xwe ya Bilind/Zîrvê da biryar da 3 milyar Euroyê din xûgîyê(xeracê)bide qehremanê îslamîstên dinyayê birêz Erdogan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu gotiye xûgiya carê berê hinekî bi derengî xistin, hêvî dikim îcar bi derengî nexin, zû bidin…


Ev beyana Çavuşoglu bi zimanekî dîplomatîk tê maneya zû bidin ya na na ezê kîrê kerê xwe bikutim we û gorra hefsed bavê we !

Yekîtiya Ewrûpayê jî mesaja Çavuşoglu baş fam kir, ewê zû bişîne.

Nuha ji birêz Erdogan ra pere pir lazim e, lema jî dibê Yekîtiya Ewrûpayê vî beşê xûga(xeraca) xwe zû bişîne.

Heger dereng bixin ewê faîzê bide ser, bi kêmanî derxe 5-6 milayar Euroyî…

Yaho bi rastî dibê meriv vî Erdoganî teqdîr bike, mêrik ji şûrê xwe tûjtir e, bi tena serê xwe, bi hewqas sûcên kirine, bi vê aboriya xwe ya reş xûgiyê ji 28 welatên Ewrûpayê digre û li ser wan dijî. 

Ne ev perê Yekîtiya Ewrûpayê be Tirkiye perîşan e, bi xêra perê reş û vê xûga ji Yekîtiya Ewrûpayê digre Tirkiye îdare dike.

YE carê dest ji ber xwe berdaye, ew baş zanin heger ew dereng bixin Erdogan ewê çi bîne serê wan…

Lema jî bi texmîna min di nava çend rojan da ewê vî qismê xûga xwe ya salane bidin birêz Erdogan. 

Yekîtiya Ewrûpayê ji ber siyaseta xwe ya tirsonek û bêşexsiyet ev yek heq kiriye, ancax yekî wek Erdogan ji heqê wan derkeve. 

28 welat bi hev ra xûgiyê didin Erdogan !
Tufî li we !

Vana pir bêşexsiyet û rezîl in, misteheqê wan e... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE