05 juni 2018

Ya baş dibê meriv ne çilek be



Li tehtîlê, 10 rojan me nig di bin xwe ve nekir, em wek tîtî û qitikan holî vir û wir dibûn, ji vê qesrê diçûn wê qesrê, ji wê dêrê diçûn dêreka din, min digot em bûn ta û derzî...

Lê îro min xwe wezinand, min dît bira kêmkirin li wir bimîne, tew di ser da min kîloyek zêde kiriye, ji 64 kîloyî derketime 65 kîloyî.


Çimkî me pir dixwar, em diçûn ku çavê me li tiştekî nuh diket û me dikirî û dixwar. Bi vî haeî devê me nediket hev. Diyar tiştê me xwar me ne heland...


Ya baş dibê meriv ne zêde bixwe û ne jî zêde vexwe. Çilekî ne baş e. Her tişt di eyarê xwe da baş e. Xwarina zêde jî, vexwarina zêde jî dû ra dibe bela serê meriv...

Temiya min li we, zêde nexwin û zik li xwe nekin teyşt û mexmer. Hindik rindik tim baş e. 

Ne xwarin û vexwarin tenê, şor û galgalên, gotinên zêde jî ne baş e, kesê der û dora meriv meriv aciz dike. Meriv bi devê xwe kanibe pir baş e. Zimano leqleq serîyo teqreq...


Geleek spas ji bo berpisiyarên kovara KUND. Îro dema em hatin mal min dît wa ye kova KUND hatiye. 

Min bawer nedikir were bigihêje Stockholmê. Çimkî wek her dezgeha Tirkiyê, posta wê jî ne dezgeheke saxlem e. 

Min çend caran kitêb şandin Tirkiyê lê negihîşt ciyê xwe, bênamûsan ji ber ku bi kurdî bû ya avêtin ya jî dan polîs.

Tirkiye welatekî fuzûlî ye, di baxçeyekî çîçek û gulan da gîhayeke bi zirar, zexelî ye, dibê tunebe, dibê rojekê were tunekirin…

Heta ev dewleta pînc, ev gîha zexel li herêmê hebe li herêmê tu bexçe geş nabin..

2 kommentarer:

  1. Heta ku kerên me yên ku vê dewleta pînc li pişt xwe kirine hebin, tişt bi vê dewletê nabe. Berê berê lazim em bi kerên xwe karibin. Kerên tirkîyecî, bê eyb û fedî!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê, sedîsed rast e, ez tim vê yekê dubare dikim. Wa ye Bînalî Yildirim jî îro li Wanê gotiye ew heramzadeyekî kurd e.

      Radera

PARVE BIKE