16 juni 2018

Xwezî em kal û pîr jî bi qasî xortan azad bûna



Di nava kurdan da rîsipîtî bela ye, meriv nikane bi rehetî ji bênamûsan ra, ji xayinan ra bibêje bênamûs û xayin.
Bi kurtî nikana wek xortan ya dilê xwe bibêje. 

Salên meriv dibe sebebê otosansura meriv. Ev qet ne xweş e. Dibê umrê meriv, por û rîya meriv nebe sebebê otosansorê û gotina peyva rast. Umrê meriv çi be jî dibê meriv biwêribe, bikanibe navê tiştan ras bibêje, ji baş ra bibêje baş û ji xerab ra bibêje xerab.
Û ji namerdan ra jî bibêje namerd...
Bijî azadiya di her warî da !


Ali Kut Xamo tu vê demê gellekî bûye xeberok, ez nizanim tu ji vî Erdoganî çi dixwazî? te hemû kevir û kuçên Swêdê tê werkirin, meriv dibê qey tu raqibê wî ye.

Zinarê Xamo Qey tu dixwazî ez pesnê wî bidim?
Ma Erdogan ne serokê dewleta tirk e?
Ma Kurdistan ne di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye?
Ma artêşa Erdogan Kurdistana Başûr û Rojava jî dagir nekiriye?
Heger ezê kevir û kuçikan di neyarê xwe yê herî mezin û herî har wer nekim, ma ezê di kê wer kim?
Îro li ruyê dinyayê ji bo kurdan merivê herî tahlûka, herî xedar Erdogan e. Tu kes bi qasî wî naxwaze û nikane zirarê bide kurdan.
Heta Erdogan li ser hukim be li tu beşekî Kurdistanê ewê ji kurdan ra rehetî tunebe.
Û kurdê bibe hevalê neyarekî wiha, piştgiriyê bide zalimekî wiha har helbet bêxîret û xayinê qewmê xwe ye. Dibê meriv viya bibêje. Dibe ku hinek nebêjin lê ez dibêjim. Çimkî baweriya min ev e...



Ali Kut Wele tu rast dibêjî, yabo çend kevırên li hewşa mın hene, ew jî tebayî ên te û ji Erdogan û nokerên wî re

XXX
Gelek kurd pir rehet bi demagojiyên Erdogan xapaiyan û çûn TRT6ê û bûn lîstikên Erdogan. Gelo nuha ew çi difikirin?
Xwezî wan mudaminên, pisporên TRT6ê nuha hestên xwe binivîsandana.


XXX
Porblema, gelşa me ya ya herî mezin bênamûs xayinên me pir in.
Lema jî em nikanin zora dijminê xwe bibin.

XXX
Ev çend sal in hukûmeta AKPê nehîştiye kurd yek eydiyê/cejnê jî bê şîn û girî, bi kêfxweşî derbas bikin.
Di her eydiyê da, di her Newrozê da miheqeq êrîş birine ser kurdan, roja eydiyê, roja Newrozê çiya û banî bombebaran kirine, çend kurd kuştine û eydî û Newroz li kurdan herimandine, kirine şîn û zindan.
Her sal wiha dikin, miheqeq ya rojekê berî eydiyê ya jî roja eydiyê li derekê qetlîamekê dikin, ji bo kurd heznî bin.
Vê carê jî bi qetlîama Sirûcê eydî li kurdan kirin roja şînê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE