24 juni 2018

Wek min texmîn dikir Erdogan wek xwe kir



Ji destpêkê da min digot Erdogan ewê di doba(dora, tûra)yekê da bibêje min qezenc kir.

Ev texmîna mikn rast derket. Qa ye dibêje min qezenc kir. Ew sifir ray bigre jî ewê bibêje min qezenc kir.

Min digot ewê HDPê di binê barajê da bihêlin, lê wer nekirin, bend bi HDPê dan derbaskirin. Medya tirk nuha wer dibêje, dibêjin HDPê beraj derbas kiriye. Lê beyaneke resmî hîn tuneye.

Diyar liderhîştina HDPê ji bo dewleta xwe tahlûke dîtin. Lema jî HDP li derî meclîsê nehîştin.

Ji bo min qet ne muhîm e HDP têkeve meclîsê ya na. Ji xwe min ray neda HDPê, min tenê da Demirtaş.


Lê li alî din IYI Partî jî xistin meclîsê û rayên MHPê jî kêm nekirin.
Ji bo ku kurdan ji bin kontrola xwe û HDPê dernexin HDP xistin meclîsê, lê rayên CHPê û qismekî rayên kurdan jî li MHPê û IYI Partiyê belav kirin.

Tu têkiliya rastiyê bi van netîceyan tuneye, hemû manîpîlasyon e, ji berê da hatiye hazirkirin. 

Tiştê nuha dibe îlan e, rêjeyên, jimarên berî hilbijartinan li partiyan belav kiribûn nuha îlan dikin.

Yanî ev netîceyên nuha bi rengekî resmî tên îlankirin, berî hilbijartinan ji alî Erdogan ve hatiye amadekirin.

Ji sedî 52ê rayên Erdogan vir e, binaka wê tuneye.

Ji sedî 42ê AKPê vir e, AKPê ji sedî 42 negirtiye.

Ji sedî 10ê MHPê û 10ê  IYI Partiyê jî derew e. IYI Partî nikane hewqas ray bigre. Rayên CHPê û kurdan dan IYI Partiyê û MHPê.

Ji bo ku AKP, MHP û IYI Partî yên hev in rayên CHPê û kurdan li hev belav kirin. Ewê Akşenerê jî bigrin ba xwe û hukûmeteke bi hev ra çêkin, lema jî rayên kurdan û CHPê di nava xwe da par kirin. 

Heta nuha CHPê tiştek negotiye. Ez dibêjim ewê netîceya hilbijartinan qebûl neke, bibêje ev netîce sexte ye.

Lê Erdogan guh nade kesî, ewê rêya xwe bidomîne…

Feqet teşxele û tevlihevî jî ewê berdewam be û ji hemûyan jî bêtir Tirkiye ewê here îflasê, yanî ewê topê bavêje…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE