11 juni 2018

Tirkan em gêjomêjo kirine



Femomeneke pir ecêb !
Asîmîlasyonê kurd gêjomêjo kirine, hiş di serê me da nehîştine, kesên mest û mezin, kesên xwenda nikanin bi kurdî numreyeke telefonê bibêjin û binivîsin.


Dema tu jê ra dibêjî, "yanzde, donzde, sêzde, çarde, panzde, hivde, hijde û nozde", fena ku tu jê ra bi îngilîzî û fransî dibêjî, fêm nake tu çi dibêjî....

Axaftina wan ya bi kurdî îdare ye, heta baş e, bi te ra bi kurmancî dipeyive. Lê belê heta tu bi tirkî nebêjî reqeman bi kurdî fêm nake û nikane bi kurdî binivîse û bibêje jî.

Gava meriv reqeman bi kurdî dibêje di cî da lal dibin, kurdiya zanin jî ji bîr dikin.

Ne kesên bajarî tenê, gundî jî, gundiyên çar gotinan bi tirkî nizanin jî reqeman, tarîxê bi tirkî dibêjin.

Xanima min dema bi birayên xwe ra, bi xanimên wan ra dipeyive ez dibînim tarîxê û reqeman bi tirkî dibêjin. Û hemû jî gundî ne û bi tirkî nizanin.

Ez nuha bi xweha xwe û bi xwarziyên xwe ra peyivîm, di 20 deqîqeyan da min nikanîbû 11 reqem bi kurdî bi wan bida nivîsîn. 

Ji hêrsa min xwîdan da...

Dawiya dawî, piştî vî umrî û bi vê rîya xwe spî ez mecbûr mam reqeman bi tirkî bibêjim.

Min got tiştê we îro anî serê min, fena hûn rociya merivekî bawermend pê bidin xwarin. 

Lê ev cara dawîye, careke din hûn bibmrin jî hûnê gotineke tirkî ji devê min nebihîzin, dibê hûn fêr bibin reqeman bi kurdî binivîsin.

Kurdiya hemûyan jî baş e, hemû jî bi min ra bi kurdî dipeyivin, lê gava mesele tê ser gotin û nivîsîna reqeman ji bin da lal dibin...

Esbabî mucîbeya vê malkambaxiyê çi ye min baş ji hev dernexist...

Aliemekî civaknas kanibe vê yekê îzah bike ezê kêfxweş bibim...

Mahfuz Yildiz Gelek caran hatiye sere me rekam nave mehan u rojan uwd. Ez ne alimim lê belê ew mesele bi bi jiyana modern wa gridayiye. Tiştên nû vek televizyon, radyo, telefon ev tişt hemû bi zimanê tirkî ketiye jiyana Kurdan jıber wê ji bi tirkî ifade kirina wan hêsantir e. Meji jî xwe her gav li hêsanîyê digire. Li gel slavan

Kasim Xelili Ez ne civaknas im lê sedema wê eşkere û xuya ye: Elmandin e, hînbûn e ... 
Ku serê pêşî mirov hînî çi bûbe mixabin ew ji mirov re dibe xuy. 
Berê te carekê ketibe rêyekê de hew te dî cara diduyan û sisêyan jî berê te ketiyê de. 
Îcar mixabin ti saziyên me yên perwerdehiyê tine ne û ev telefon jî vê paşiyê hatiye nav civaka kurd û xwendina hijmara telefonan jî me cara ewil bi riya perwerdeya zimanên biyanî dîtiye... 
Vêce mixabin ji me re bûye xuy.
Tabî ji sedî sed sedem ne ev tenê ye û gelek sedemên dî jî hene weke ya derûniya civakên bindest, lê ev jî girîng e bi min.
Silav û rêz...

Ömer Özmen Lı nexweşxane ya Swisre yê, lı gel buhuştmekan Evdıl Melik Fırat bum.Dewlemendek hemhwelatîyê mın, hat seredana wi u weha got:
"Şêxê mın, bı rasti mın dedızani bu ku, cenabê te lı vır e. Jı vır şun ve, ezê tım werım görüşa te."
Şex Melik ê buhuştmekan waha bersivand: "Keko jı bo xwedê, ger hun tên görüşa mın, qet neyên. , werın hevditina mın" .Sılav

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE