18 juni 2018

Siyasetmedarê newêre bi raqibê xwe ra minaqaşe bike



Li ser daxwaza Muharrem Înce were em di telewîzyonê da minaqaşe bikin, Erdogan gotiye :

”Bêyî ku fedî bike min dawetî telewîzyonê dike. Dixwaze bi min ji xwe ra reytîngê bi dest xe. Ma em tu carî te dikin muxatabê xwe?”

Serokekî tam li gorî îslamîstên tirk e. Xwedê Teala li gorî çiyê berf lê barandiye.

Rastê tirkan jî, çepên tirkan jî bêqalîte ne, lê îslamîstên wan ji bin da kuşpene û zirteboz in û piraniya wan embesîl in.

Minaqaşeya bi raqibê xwe ra red dike û çimkî zane ewê perîşan bibe, ewê gelek sûc û sextekariyên wî werin minaqaşekirin. Lema jî ji minaqaşê direve.

Siyasetmedarê newêre bi raqibê xwe ra minaqaşe bike ne saxlem e, binê wî şil e...

XXX
Her kesê hevalê AKPê ye, rayê dide APKê piştgiriyê dide zulma dewlet li kurdan dike, dagerkeriyê diparêze û şirîkê qetlîama Sirûcê ye.
Tiştê li Sirûcê bûye ji wahşetê jî wêdatir e û hukûmet jî vê wahşetê û qatilan diparêze.

XXX
Li ba hin kesan pere û meqam ji ûjdan û namûsê muhîmtir e. Kurdê ûjdan, merhamet, heya, şeref û namûs pê ra hebe nabe hevalê vê rejîma faşîst û van merivên ceberût.

XXX
Namûs cewhereke nayê xuyakirin, gelekê caran kesên ne xwediyên wê ne wek ku xwediyên wê bin xuya dikin.
///W.Shakespeare


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE