06 juni 2018

Şêr û şepalên li Zanîngeha Bogazîçiyê dagirkirina Efrînê protesto kiribûn hatin berdan...



Kubra Sagir û hemû şêr û şepalên li Zanîngeha Bogazîçiyê dagirkirina Efrînê protesto kiribûn îro hatin berdan. Azadbûna Kubra Sagir xanimê û her 13 hevalên wê ez gelkî kêfxweş û dilşa kirim.

Çavê hemû dost û hevalê û malbatên wan ronî be...


Kubra Sagir û gelek keç û xortên Zanîhgeha Bogaziçiyê ji ber ku dagirkirina Efrînê protesto kiribûn li ser daxwaza Erdogan hatibûn girtin û ev du meh in di zindanên tirkan da êsîr bûn, îro hemû hatin berdan.

Azadbûna van şêr û şepalên kurd yên wêrîbûn li hemberî artêşa dagirker serî hildin, wek hemû kurdên welatparêz û bi qasî malbatên wan, ez jî kêfxweş kirim. 

Hûn serbilindiya gelê xwe ne.

Ez, Kubra xanimê û hemû keç û lawên ez navên wan nizanim ji dil û can û bi hurmet silav dikim..

Serketin ya me ye, emê welatê xwe azad bikin. Tu zulm û teror nikane me ji vê rêya me vegerîne…


Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin berdan 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE