09 juni 2018

Roman û nasname



Ez û Dr. Haşim Ahmedîzade, piştî semînera wî ya li ser rola romanê, çîrokbêjiyê li ser çêbûna netewe û nasyonalîzmê.

Îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî Dr. Haşim Ahmedîzade li ser rola romanê, çîrokbêjiya nivîskî li ser çêbûna netewe û nasyonalîzmê semînereke pir hêja da.


Dr. Haşim Ahmedîzade ji nivîskarê romana Don Quijote(Don Kîşot) û bavê romana modern(hemdem) Servantes dest bi semînera xwe kir û ji Don Quijote û edebiyata nivîskî ya cîhanê, bi taybetî jî ji rola romanê û edebiyatê di çêbûna miletan da gelek analîzên hêja kir. Got di vî warî da kurd gelkî paşdamayîne û ev yek jî dibe sebebê jariya şiûra netewî. 


Li gorî Dr. Haşim Ahmedzade di tekamulbûna miletan da, di çêbûna hizir, fikir û şiûrê netewî da rola romanê û edebiyata nivîskî pir mezin e.

Ahmedzade, di serî da li ser teoriyên romanê û tarîxa peydabûna romanê rawestiya û gav bi gav analîz û krîtîka romana îro kir û li ser romana kurdî, tarîxa wê û rola wê ya di şiyarbûna kurdan da rawestiya.

Semînereke bi mistewa û pir hêja bû. Guhdarîkirina akademîsyen û ronakbîrên wek Haşim Ahmedîzade wek kurd meriv gelkşî dilşa û serbilind dike.

Bi hebûna Haşim Ahmedzade û kesên wek wî pir kêfxweş im. Gelek spas Dr. Haşim Ahmedîzade ji bo wê semîner û analîzên te yê hêja…

Li ser romanê û tesîra wê ya li ser netewe, zimanê standart û xurtkirina hest û şiûra netewî xebeteke pir hêja ye, her nivîskar û edîb dibê vê berhema hêja miheqe bixwîne.

Li ser vê mijarê kitêbeke Dr. Haşim Ahmedzade ya bi navê "Romana kurdî û nasname" ji alî weşanxaneya AVESTA ve hatiye weşandin. 

Kibêbeke wî ya din jî  bi navê "Ulus ve Roman/Netewe û Roman" di sala 2004a da ji alî weşanxana Perî ve hatiye weşandin.  Herdu ne eynî kitêb in, du berhemên cihê ne.




2 kommentarer:

  1. Weleh divê ez vê kitêba hanê vê havînê teqez bixwînim..

    SvaraRadera
    Svar
    1. Min jî nexwendiye lê naveroka kitêbê di semînera xwe da got. Merivekî têra xwe zanaa û întellektuel e. Bi hemûna kurdên wiha meriv kêfxweş dibe.
      Ezê jî kitêbê bi dest xim.

      Radera

PARVE BIKE