04 juni 2018

Rexneyek giran li xwendevanên bloga hindik-rindik



Ezê zêde dirêj nekim û gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim, bi baweriya min piraniya xwendevanên kurd li gorî yên din pir tembel in, di xwe ra nabînin du gotinan binivîsin.

Belkî her bloger newêre vê rexneyê li we xwendevanên ezîz bigire lê ez ji dêlî wan jî dibêjim. Hûn dixeyidin, naxeyidin kêfa we ye...


Xwendevaên kurd fêrî hazirlopê û sifra hazir bûne, tenê yên xwarinê ne. 

Wek tembelên bexdayê devê wan ji hev e, dibê xurme ji darê bikeve û here têkeve devê wan.
Ew bi xwe di xwe ra nabînin tiştekî bikin.

Malneketno ma hûn jî carnan hûn jî du gotinan bibêjin ewê dinya xera bibe? 

Xwendevanên kurd tu çi bidî ber wan pê tên serî û ne bi dilê wan be jî tu carî jî fikrê xwe nabêjin.

Yên di xwe ra dibînin, yê diwêrin bibêjin pir hindik in.


Ne dibêjin him, ne dibêjin gim, tu dibêjî belkî hemû kerr, kor û lal in. Û yên ne kerr, kor û lal jî hemû analfabet in.

Elimîne bi devikî paşgotiniyan bikin. Lê di xwra nabînin du rêzan binivîsin. Çimkî piraniya xwendevanên kurd nikanin binivîsin û naxwazin fêr jî bibin.

Ev jî nîşana civata paşdamayî ye. Di civatên paşdamayî da nivîs tuneye, paşgotinî heye. Gava kultura nivîsê tunebe cesareta medenî jî bi pêş nakeve.

Ez çûm tehtîlê, min tam deh rojan nenivîsî.

Berî ez û xanim bi rê kevin min bi nivîsekê xatir ji xwendevanên xwest û haya hemûyan bi çûna xwe xist. Min got em filan rojê diherin. Emê herin li vî welatî û li wî welatî bigerin û emê filan rojê jî vegerin.

Û roja ez hatim jî min tavilê li ser û seyaheta xwe, li ser tiştên min dîtin û min his kir bi çend risman ranivîsek belav kir.

Yanî ji bo ku xwendevanên xwe memnûn bikim, wan ji çûn û hatina xwe bêhay nehêlim her tiştê dibê min kira min kir, min hemû agahiyên pêwîst, him berî çûyinê û him jî di hatinê da da wan.

Lê heta nuha bêyî xwendevanekî minê bênav, (ev camêr kî be merivekî centîlmen e) tu kesî ne got hûn bi xêr hatin û ne jî li ser nivîsa min tiştek got.


Yaho malneketno hema meriv dibêje ”hûn bi xêr hatin” !

Ma perê we dike lê biçe?

Hûn jî bi du gotinan fikrê xwe bibêjin.

Heger hûn du gotinan binivîsin ma hûn dikin zirarekê jê bibînin?

Ma perê we dike lê here?

Belkî hinek xwe bixeyidînin lê belê ezê bibêjim, xwendevanê kurd him ne medenî ye û him jî tembel e, ne xwendevanekî sosyal e...

Meriv ne zane heye, ne zane tuneye…

Çimkî deng jê nayê.

Wek bloger, wek nivîskar meriv dixwaze ji karê xwe, ji nivîsên xwe responsekê bibîne.


Dixwaze fikir û raya xwendevanên xwe bizanibe. Ev yek dilê meriv xweş dike, kêfa meriv tîne, enerjiyeke xeybana dide meriv, eşq û zewqa nivîsandinê bi meriv ra xurt dike.

Lê çi heyf ev bîrewerî, ev tefahum li ba xwendevanên kurd tuneye, tenê fêrî girtinê bûye, lê belê ew bi xwe tu carî tiştekî nade.

Ji tiştê dixwîne hez bike jî, hez neke jî fikrê xwe nabêje, ne spas dike û ne jî rexne dike, tenê dema fersendê bibîne paşgotiniya dike. Ev jî kultureke ne baş e, dibê em xwe biguherînin…

Hûn newêrin ya jî di xwe ra nabînin fikrên xwe bibêjin, lê ezê fikrê xwe bibêjim, dixwaze biqeherin, dixwaze neqeherin.

Dixwaze bira bi dilê we be ya jî ne bi dilê we be, fikrê min yê li ser bêdengiya we ev e û min ew got.

Dibe şaş e. Heger ne bi dilê we ye, heger ez di gotinên xwe da neheq im, fermo, hûn jî fikir û raya xwe bibêjin, meydan ya we ye û him jî nivîs bêpere ye…


2 kommentarer:

  1. Xalo hun bi xer u xwesi vegeriyan malika xwe. Hevi dikim gerra we bi dile we bu.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Spas û mala te va be. Deh roj zû derbas bûn, me hew carî dît qediya jî.

      Radera

PARVE BIKE