10 juni 2018

Nivîsîna bi kurdî kurdan dike kurd û milet û ya bi tikî jî dike tirk






Em îro ne bi Nefî û bi Fuzûlî, bi Elî Herîrî, bi Melayê Cizîrî, bi Ehmedê Xanî, bi Feqiyê Teyra xwedî edebiyateke netewî ne û milekî xwedî edebiyat in. 


Bi saya van şairên bi kurdî nivîsîne edebiyateke me ya klasîk heye û bi hebûna wan em fexir dibin û dibêjin em jî miletekî xwedî nivîskar, şair û edebiyat in.


Heger van klasîkên me jî wek yên îro bi tirkî dinivîsin, wan jî bi osmanî binivîsîna nuha em miletekî bêbinyat û bêedebiyat bûn.

Sed, dused, sêsed salên din emê eynî tiştî ji bo kesên îro bi tirkî dinivîsin bibêjin, ewê jî bibin Nefî û Fuzûliyê îro û li ser tirkan werin hesibandin.

Kesên îro bi tirkî dinivîsin baş zanin ew ji tirkan ra û ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmetê dikin. Û zirareke pir mezin didin ziman, edebifyat û netewebûna/miletbûna kurdan.

Ji ber ku tirk viya baş zanin lema jî perwerdeya bi kurdî qebûl nakin, kurdî nakin zimanê resmî û perwerdeyê. Çimkî zanin gava kurd bi kurdî bixwînin ewê bibin milet û ji tirkan dûr kevin, nehelin. 

Lê gava kurdî yasax be ewê hêdî hêdî bihelin û bibin tirk. Di nava 90 salî da herî kêm 4-5 milyon kurd kirin tirk, heta çend salên din ewê yên mayî jî bikin. Û gava piraniya miletekî heliya êdî xelasiya wî pir û pir zahmet e. 

Di nabêna me û tirkan da derya tuneye, em û wan ji hev ne dûr in, tevhev in. Ne dînê me û ne jî rengê me cihê ye, tiştê me û tirkan ji hev digerîne ziman e. 


Lema jî dema em asîmîle bibin mesela me diqede, sedîsed em dibin tirk û Kurdistan jî ebediyen dibe welatê tirkan.


Nivîsandina bi tirkî ji ziman û edebiyata kurdî ra, ji yekîtiya netewî ra xizmetê nake, belovacî wê dibe sebebê jihevdûrketina kurdan. 

Yê bi tirkî dinivîsin kurdan ji hev dûr dixin û zirareke mezin didin çêbûna şiûra netewî û yekîtiya kurdan. 

Nivîsîna bi kurdî kurdan dike milet, xizmetê ji miletbûna kurdan ra dike, nivîsîna bi tirkî kurdan dike tirk, xizmetê ji asîmîlasyona kurdan ra dike.


2 kommentarer:

  1. Xalo, heta kurdi pere neke, kes zore nade xwe u kurdi hin nabe. Heke sibe bibejin e ku bixwaze bibe memur dive kurdi bizane, we deme hemu kursen zimane kurdi e tije bibin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê were ye. Di kurdî da him pere tuneye û him jî carnan zirar tê heye. Lê dibê em îdîalîst bin, wekî din tu rê tuneye. Dewlet nuha kurdî naxe bazarê.

      Radera

PARVE BIKE