20 juni 2018

Namûs avêtine ji ber kûçik da kûçik nexwariye

The 'Brest Hero-Fortress' memorial complex in Belarus. 


Dibêjin namûs avêtine ji ber kûçik da kûçik nexwariye.

Çimkî nexwestiye namûs li dinyayê kêm bibe û însan bênamûs bibin.

Ji vê gotinê, tabîrê jî meriv fêm dike kurdan ji bênamûsiyê nefret kirine, bi vê tabîrê, gotinê jî xwestine nîşan bidin dibê meriv bi namûs be, bênamûsî xisltekî pir xerab e.


Lê çi heyf em dibînin bênamûsên me ji yên tirk, ereb û farisan pir zêdetir in.

Bênamûsiya herî mezin hevalbendiya bi dijmin ra ye, xiyaneta bi qewmê xwe ra ye....

Bînalî Yildirim qala dagirkirina Kobanê û Qamîşloyê jî dike, dibêje ewê wan deran jî wek Efrînê dagir bikin. 

Kurdê bi xîret û bi ûjdan nabe hevalê vê rejîma neyartiya kurdan kiriye hedefa xwe ya stratejîk. 

Tu ferqa hevaltiya vê rejîma irqçî û faşîst ji ya Seddam tuneye.

Li kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe kurdê bibe hevalê hukûmetên bide bêheysîyet e, namerd e, cahş e... 

Kurdan ji hevalên Sedam ra digotin cahş, hevalên Erdogan û hukûmeta wî jî cahş in.

Kurdê bi xîret û bi ûjdan nabe hevalê vê rejîma neyartiya kurdan kiriye hedefa xwe ya stratejîk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE