12 juni 2018

Min ji we ra hin tiştên din jî ji tûrikê dêya xwe derxistin



Çendakî berê min li vir nivîsî, min got di embara xwe da bêhemdî rastî xezîneyekê hatim. Xezîneya min ne zêr û zîv bû, çend defter û hin notên min yên ji salên 1980î bûn. 

Wek min di herdu nivîsên xwe yên berê da jî gotibû, min ji devê dêya xwe hin tişt not kiribûn.


Hinek jî ji min ra bi kasetê şandibûn. Yên bi kasetê şandibûn bi piranî kilamên daweta bûn. Lê yên din hersê carên hat Swêd, min ji devê wê girtin û not kirin. 


Min ew kilam û hin tiştên din berê di du nivîsan da weşandin. 

Nuha ez qismekî din yê wan notan diweşînim. Qismekî din jî maye. Hin jê gotinên pêşiyan in. Bi xêr di rojên pêş da carê ezê wan jî biweşînim.

Ez bi xwe kilamên dankutanê pir muhîm dibînim. Ew kanin bibin stran û meqamê stranan. Lê tiştên din jî gelkî xweş in.
Belkî ji kurdên herêmên din, yên bi devoka Wêranşarê napeyivin ne xweş bin, lê ji bo min pir qîmet in, bergendî malê dinyayê ne…
Hêvî dikim hûn jî jê hez bikin….


kilama dankutanê

Himêhayê
danê me yi
pelkuteyi
axa naxwi
xulam naxwi
besî min û te yi
a li vir xi,
li kevir xi
çongê daxi,
ebê raxi
tu zikgir î
qet têr naxwi
A li vir xi,
li kevir xi,
kevir hûr ki
bi dermanê
çavê kul ki
bihejîni
bihelîni
a neçar i
a feqîr i
nika qirş û
avê bîni
Himêhayê
danê me yi
pelkuteyi
axa naxwi
xulam naxwi
besî min û te yi

kebanîno kanê nan
mahşgenîno kanê nan

XXX
Çi hêlîna teyr û tuya
hêlîn çêkir li binlindciya
hadê´m herin tilbexdayê
xew xweş e li cem jinbiya

Çi hêlîna wê hecheckê
hêlîn çêkir li dora bestê
hadê´m herin tilbexdayê
xew xweş e li ba mîltankeskê

Çi hêlîna wê çûçikê
hêlîn çêkir ser qûnçikê
xewi xweş e cem keçikê

XXX
Birrik bet, birrik bet
şev geriya xet bi xet
îşev li malên me şerbet
me şerbet

Çi keçika li ser conî
şevi reş i biki ronî
tu qeytana reş duhonî

Birrik canî, birrik canî
îşev gerya kanî bi kanî
îşev li malên we şîranî

XXX

Emê herin dîharê kurrê
emê li hev mukurrê

Carekê cebarekê
kûsî hilkişiya ser darekê
dar heziya
kûsî lerziya
tep û ket û nig şikiya

XXX

Xênî go xurr
mangê go urrr
pîrê go çûz
kalo go serê qopikê minê gurûz
kalo rûnişt li ber kun
qirniyê rahîşt serê gun
kalo mêrê xatûnê
qirniyan rahîşte qûnê

XXX
Malik mi lê tê
tajiyek stuxelêtê
min ardê xwe hûr bêtê
kapeka xwe dûr avêtê

XXX
Hêkilê mêkilê
çemçêkilê
aro vingo
pî qulingê
hestiyê kewê
li ber mewê
mew firiyayê
çêla diyayê
çavspîkê

XXX
pirpizê, kara kizê
yeka min, yeka hemzê
a hemzê kete çalê
ma dotira salê

XXX

Go guro te bi şivan kim
Go wele ji siûda xwe bawer nakim

XXX
Bira min zanîba
te zanî ba
dasa dara ji mal anîba
me yê serê neyaran jêkiriba
serê xayinan li paş danîba



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE