24 juni 2018

Me îro cara dawî xatir ji hevalekî pir ezîz û kurdperwerekî hêja xwest



Îro em li şîna hevalê minê salan, kurdperwerê hêja Abdulrezaq Feylì bùn. 

Abdulrezaq Feylî kurdperwerekî evîndarê kurd û Kurdistanê bû. Dostekî min yê pir ezîz bû. Sala çûnî piştî referandûma serxwebûnê ez û çend hevalên din li Silêmaniyê çûn ziyareta wî. 


Min zanîbû nexweş e û halê wî ne baş e. Berî here Kurdistanê me li Stockholmê du caran hev dît û rojên borî dûr û dirêj bibîr anî.

Gelkî dixwest min li Kurdistanê bibîne û min jî soz dayê, min got piştî referandûmê ezê werim ziyareta te . Û min soza xwe anî û ez çûm.

Bi dîtina me gelkî kêfxweş bû, ji kêfa firiya. Li gel ku nexweş bû, em li Silêmaniyê gerandin û mazûbaniyeke pir xweş ji me ra kir.

Ji salên 1980î da ye em hev nas dikin û di gelek waran da bi hev ra xebitîn. Merivekî fedekar, mutewazî û mefsbiçûk bû. Wefadar û qedirzan bû.

Mileté kurd kurdperwerekì hêia ù hevalên YNKê jì heval, kadir û berpirsiyarekî xwe yé gelkì muhìm ù fedekar wenda kir. 

Bira seré malbata wì ù hevalên YNKê sax be.
Ewê tim di dilê me da bijî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE