16 juni 2018

Li hemberî Tirkiyê bi vê siyaseta tirsonek ewrûpî şaşiyeke mezin dikin



Ewrûpî, emerîkî li hemberî tirkan pir bi tolerans hereket dikin, bînfirehiyeke mezin nîşan didin, tirkan wek zarokekî bi problem dibînin û miameleyeke li gorî wê bi tirkan ra dikin. Dibêjin tirk paşdamayî ne, hîn medenî nebûne, ji kultura demokrasiyê bêpar in, lema jî dibê em hêdî hêdî wan fêrî demokrasiyê û medeniyetê bikin.


Ji ber van sedeman tehamulî zirteboziyên tirkan dikin, çavên xwe ji gelek beyan û kirinên wan yên nayên qebûlkirin ra digrin, xwe kerr dikin, fena ku deng neçûbe wan.

Qet xwe bi ber teqala serok û siyasetmedarên tirk naxin, çimkî wan cahil û biçûk dibînin, ji medeniyetê bêpar dibînin.

Lê ev siyaseta ewrûpiyan ji kok da şaş e, ew kultura tirkan nizanin.

Bi vê toleransa xwe tirkan aşûnî û gewî dikin.
Tirk hîn bêtir aşûnî û zirzoptir dibin, bêtir har dibin û êrîşî der û dora xwe dikin. Bêtir çavsorî diibin, bêtir tiştên xerab û krîmînel dikin. 

Çimkî dibînin zirzopî û zirteboziya wan pere dike, kes tiştekî bi wan nake. Û lema jî her ku diçe hartir dibin, sûcên hîn mezintir dikin, huzûr û rehetiya Ewrûpayê bêtir xera dikin.

Heger ewrûpî dixwazin rê li ber koçberan bigrin.
Heger dixwazin li Balkanan û li Ewrûpayê rehetî û aramî çê bibe.
Heger dixwazin Daîşê û îslamîstên radîkal û faşîst qeyd û merbend û bêzirar bikin, dibê dest têxin gewriya tirkan û Tirkiyê...

Dibê tirkan û îktîdarea AKPê baş terbiye bikin.
Dibê serê ço nîşanî wan bidin, heta wan bihingêvin, çend şîrmaq. sîleyên baş bavêjin ji belka guhê wan da... 

Tirk heta zorê, tirsê nebînin rehet nasekinin û tu carî jî rehetiyê nadin Ewrûpayê….
Tirkan ji vê zirzopiya xwe tim kar kirine, lema jî pir aşînî bûne, bi guyê xwe ra jî şer dikin,
Di hedefa Erdogan da dagirkirina hemû Kurdistana Rojava û Başûr heye, Mûsil û Şengal jî di nava vê da ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE