22 juni 2018

Li gorî lêkolînerekî tirk baran û zîpika li Anqerê barî sabotaj e !



Lêkolînerekî tirk di kanala telewîyona 24, di programa bi navê ”tarafli bolge” da dibêje baran û zîpika(teyroka) li Anqerê, li Tirkiyê barî ”sabotaj” e, destê hin dewletan tê da heye. Navê tu dewletê negot lê meriv fêm dike qest Amerîka û Îsraîl e. 


Çimkî dijminên tirkan û Tirkiyê yên herî mezin tiliya wan di her gelşa Tirkiyê da heye Amerîka û Îsraîl e. Baweriya piraniya tirkan ev e, tirk bawer dikin hin dewletên neyarên tirkan bi qestî li Tirkiyê baranê dibarînin, ji bo ku Erdogan û hukûmeta AKPê ji ser hukim da bixînin. 

Li gorî baweriya vî alimê tirk bêhemdî bûye "înasn" hin dewlet bi barana zêde, bi şilî û şepeliyê dixwazin berî hilbijartinan hukûmeta AKPê ji çavê milet da bixînin. Viya vekirî dibêje.

Min qismekî axaftina wî kir kurmancî, lê min navê wî nedît.
”Berî nuha bi hefteyekê li Anqerê zipîka bi qasî pûrteqalan barî, rê hatin girtin. Bi dîtina min diyar e kî van îşan dike… 

Li qezayeke Hatayê 5 mîtro qare baran ji asîmana bi satilan rijandin ser dereke 2 mîtro qareyê. 

Li ciyê rehetiyê, bela sebeb viya nakin. Bi baweriya min di vir da anormaliyek heye. Ez dibêjim ewê bixwazin viya li Stenbolê jî biceribînin. Feleketa Anqerê baraneke 15 deqîqeyan bû sebeb. Tabî viya dikin û diceribînin û lê dinêrin di 15 deqîqeyan da çi bû? 

Baş e heger wê baranê saetekê dom bikira ewê çi bibûya?
Hukûmeta AKPê bi serketinên xwe yên îdareyên mehelî tê zanîn. Bi vê baranê belkî dixwazin dawiyê li vê serketinê bînin. 

Ev kane sabotajek be, çimkî Tirkiye dihere hilbijartinê.
Ez bawer nakim barana Anqerê normal be. 

Li Anqerê, li herêmên sanayî industrî lê heye babelîsk(xortim)çê dibin. Vana hemû prova ne, diceribînin.

Li herêma rojhilat erhejên biçûk çê dibin. Li gorî baweriya heger bikanîbûna her tiştî kontrol bikin ewê li herêmên dinyayê yên din jî ev tişt bikirana. Lê ditirsin zirarê bide wan jî.”

Mistewa perwerde û zanîngehên tirk ev e. Bi qasî ez tirkan nas dikim ew ji vî ehmeqê ehmeqan bawer dikin

Lînka telewîzyonê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE