14 juni 2018

Lawikê me Azad hatiye serdana me



Lawikê me Azad hatiye serdana me. Em îro bi hev ra bûn. Me çend saetan Stockholma xopan  serobinî hev kir. 

Xanimê baş devê kîsik vekir, nehîşt ez destê xwe bavêjim bêrîka xwe. Me xwar û vexwar û wê jî rijand...

Rojeke xweş bû, me defterên kevn û nuh vekirin, me ji qal û bela qal kir.



Ev 5-6 sal in bar kiriye Lundê, salê du caran tê serdana me. Her cara tê 2-3 kîloyan giran  dibe û diçe. Çimkî xanim hewqas xwarin bi  zor bi feqîro dide xwarin.

Lawikê feqîr dibêje ez teqiyam jî pêxîla xwe ji destê wê xelas nake, dibê min ji bo te çê kiriye, hela hinekî din jî bixwe.
Hela viya jî tahm bike...
A ev kuftên dayika te îcar pir xweş bûne...
A ev nanê goşt îcar ne wek cara berê ye...
Ev tirşika fasûliyan îcar min bêgoşt çê kiriye...
Pel jî bêgoşt e. Ez êdî tu carî goşt naxim pela, bêgoşt gelkî xweştir e û Rojen jî dixwe...
Dawiya dawî lawik ji ser sifrê baz dide, dibêje haho, bes e, ez teqiyam....

2 kommentarer:

PARVE BIKE