25 juni 2018

Kurd ji bin kontrola xwe dernexistin



Teq û req û hing û dinga hilbijartinan qediye û wek dihat texmînkirin Erdogan û AKPê dîsa qezenz kir.

Hilbijartinên do tiyatroyeke Erdogan bû û netîceya wê jî ji destpêkê diyar bû; Erdgon û cepheya wî û ”cumhûr” ewê qezenc bike. 


Û wek hazir û tertîp kiribûn xweş qedandin û Muharrem Înce jî serketina Erdogan û AKPê qebûl kir. Min bawer nedikir qebûl bike lê kir.

Ji bo min û gelekên din di vê netîceyê da tiştê hebekî bû surprîz derbaskirina bendê ya HDPê û IYI Partiyê ye.

Min di nivîsa xwe ya do da jî got, min digot ewê HDPê di binê barajê da bihêlin.

Lê wa ye nekirin.

Him HDP û him jî IYI Partî xistin meclîsê. Diyar e hesabekî me texmîn nekir çêkirin û li gorî vê plan û hesabê xwe HDP û IYI Partî xistin meclîsê.

Diyar e nexwestin kurdan ji bin kontrola xwe derxin, bêtir ji xwe bixeyidînin û bêtir bikin nasyonalîst. Bi vî hawî ew û HDP hêsantir kanin kurdan di bin kontrola xwe da bihêlin û hêdî hêdî entegreyî Tirkiyê bikin.

Heger HDP neketa meclîsê kurd ewê ji siyaset û projeya "tirkîtiyê" û "welatê mişterek" dûr ketana, bêtir bibûna kurd. Dewlet dixwaze rê li ber vê yekê bigre û kurdan rêya HDPê di bin kontrola xwe da bigre.

Yanî ji hedef û îdîalên serxwebûnê dûr bixin. Tirsa dewletê ya herî mezin kurd ji HDPê dûr kevin û bêtir bibin miletperwer û serxwebûnxwaz.

Bi dîtina min HDP neketa meclîsê ji ji bo kurdan û tevgera kurd ya netewî baştir bû. Û lema jî min ray neda HDPê, min da Demirtaş tenê, ji bo hêza kurdan diyar bibe.

Ez di hebûna HDPê ya meclîsê da tu xêr û feydeyeke kurdan nabînim. HDP û îdeolojiya HDPê îro rola asîmîlasyon û entegrasyona kurdan ya bi Tirkiyê ra girtiye ser milê xwe.

Lema jî min dixwest ew nekeve meclîsê belkî kurd ji siyaset û îedeolojiya tirkîyetiyê dûr kevin. 

Lê nebû, dewlet û hêza dixwaza kurdan ji daxwaza azadiyê û serxwebûnê dûr bixin û entegreyî Tirkiyê bikin bi ser ketin.

di netîceya hilbijartinan da tu tiştekî nuh tuneye, tas jî eynî tas e û himam jî eynî himam e, tenê hin telak hatin guhertin.

Herçî IYI Partî ye ji bo Erdogan ne problem e, pir ne dûr e sibe herin tevî AKPê û MHPê bibin. Wa ye ji nuha da qala vê îhtîmalê dikin. Pir ne dûr e IYI Partî bi xwe şîke û partiyeke hulle be.

Lê çi be jî ji bo kurdan tu ferqa IYI Partiyê ji MHPê tuneye.

Yanî rûnê wan bi hîzê wan ve ye, hebûna IYI Partiyê ya meclîsê ji bo Erdogan avantaj e.

Erê Erdogan qezenc kir lê Tirkiyê wenda kir. Hebûna Erdogan ewê rewşa Tirkiyê di her warî da roj bi roj xerabtir bike. Ev jî li kara me kurda ye. Ji bo me dijminekî ehmeq, har, dîktator û faşîst ji kemalîstekî  biaqil baştir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE