09 juni 2018

Ji qahra bênamûs û xayinan Xwedê birûsk li mala xwe xist



Li Diyarbekrê birûskê li mizgeftê xist û du minare pot kirin.

Ji qahra bênamûs û xayinan Xwedê li mala xwe hat xezbebê.

Hin kes ecêbmayî mane û gotine Xwedê çawa li mala xwe dixe, ma meriv mala xwe bi destê xwe xera dike?


Weleh meriv xera dike û him jî baş û tam xeera dike...

Kurro dema lê nexe, xera neke ne norlam e, ma qey nabîne çiqas sîxur, zalim, virek, sextekar, diz, û xayinên qewmê xwe di malî da kom dibin û efû mexfîretê jê dixwazin !

Kî be jî vê yekê qebûl nake.

Ma mala wî ciyê diz, sextekar, virek, sîxur xayinan e? 

Dawiya dawî hew deyax kir û ji qahra wan virek, sextekar, sîxur û xayinan li mala xwe jî xist, xwest mala xwe û wan tevî hev bişewitîne... 

Lê îcar baş nîşan negirtiye, tenê serê du minareyanfirandiye. 

Bes diz, virek, sextekar, sîxur û xayinên her roj diçin wir mesaja xwe girtin. Careke din pir mumkûn e li orta mizgeftê xwe û xwe û me ji çend kesên rezîl û bi zirar xelas bike. 

Çimkî di nava kurdan da rezîl, sextekar, sîxur û xayinên qewmê xwe pir bûne. Helbet ew jî viya dibîne û ji vê rewşê nerehet e…

Yusiv Hemed: Ne nîşançî ye xalo ..:))

Zinarê Xamo: Wer xuya dike. Lê çend carên din jî lê bide ewê bibe nîşanciekê baş. Kes di zikê diya xwe da nabe nîşancî, antraman lazim e...:))




2 kommentarer:

  1. Ji qewla te ve, wilo li orta wê xistiba û ji xwe re çend misilmanên îmankamil bibira, bê çi baş dibû..

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ev destpêk e, diyar e ew jî êdî hew qebûl dike. Ma ne were be bi birûskan bi mala xwe dikeve?
      Ne yek jî, ji qahra bênamûsan du minarên xwe pot kirine û berdane...
      Dêmeg ew jî hew tehamul dike...:))

      Radera

PARVE BIKE