26 juni 2018

Hûn misteheqê bindestiya Erdogan in



Namzedê serokkomariyê yê CHPê Muharrem Înceyê tirsonek û teslîmbûyî gotiye:

 ”Ji îro û şûn da rejîm ji bo me hemûyan tahlûke ye. Ewê wek tahlûkeyeke mezin dom bike. Emê viya bijîn. Bedelê wê emê hemû bi hev ra bidin.”

Wey roj baş!
Efendî nuh bi xwe dihese…


Heta nuha we digot belkî tenê li dijî kurda ye lema jî we di her warî da destek da Erdgogan û rejîma wî. Bi alîkariya we Demirtaş û gelek parlamanterên HDPê di zindanan da ne.

We bi dil û can piştgirî da dagirkirina Efrînê.

Hûn bi dil û can piştgiriyê didin hemû êrîşên ser kurdan û Kurdistanê û qetilkirina kurdan. Nuha jî tu rabûyî ji me ra qala tahlûkebûna rejîmê dikî. 

Ji bo kurdan ne nuha, ji berê û ber da rejîma Erdogan tahlûke ye. Lê êdî ne ji bo kurdan tenê, ji bo we jî tahlûkeye, êdî jiyana we jî di tahlûkê da ye. Lê hûn hîn jî kurdan bi qasî Erdogan dijminê xwe dibînin. Hûn misteheqê vê rejîmê û vê bindestiyê ne, ancax yekî wek Erdogan layiqî we ye…

XXX
Hewcedariya nebatan û însanan çiqasî bi rojê hebe ya ruh jî hewqasî bi dilşadiyê heye. 

Dilşadî, kêfxweşî ji bo ruh heye, dilşadî roja ruh û can e. Ruhê dilşa nebe, tim xemgîn be, piştî demekê wek guleke rojê nebîne û bêav bimîne diçilmise, dimre.

Vê dewleta tirk ya irqçî û fîşîst dilşadî li ruhê me kurdan yasax kiriye, ji xemgîniyê, ji şîn û girî ruhê me wek guleke bêroj û bêav çilmisîye, li ber mirinê ye…

Kurdê ji vê dewletê hez bike, wê wek dewleta xwe bibîne namerd e, li vê dinyayê ji wî namerdtir kes tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE