28 juni 2018

Hûn çi bikin jî Kurdistanê çê be !



Tiştê dijminên me matmayî dihêle bawerî, ezm û înada kurdan ya di berxwedanê da ye, baweriya bi serketinê, azadîyê û serxwebûnê ye.

Dijminên me dibêjin em hewqas zulmê li vî miletî dikin, em bi hezaran dixin zinadanan, bi hezaran dikujin, me bi hezaran xayin û siyasetmedarên bêesil û pûlperest kirine hevalên xwe, lê ev milet dîsa jî dev ji micadela azadiyê bernade û teslîm nabe...
Dîsa jî bêhêvî nabe û dev ji doza xwe bernade.


Ew jî û hemû xayin jî matmayî mane, nizanin çi bikin ...
Piştî her hîle û sextekariyê, her dek û dolabê, her zulmê û qetlîamê kurd li doz û micadela xwe ya azadî û serxwebûnê bêtir sor dibin û bi baweriyeke hîn qewîtir micadela xwe didomînin.

Hûn çi bikin jî, bi xayinên kurd ra çi dek û dolaban bigerînin jî kurd ewê azad bibin û Kurdistan ewê çê be.

XXX
Artur Lundkvîstê swêdî gotiye "kûçik ji dêlî xwediyê xwe ve diewte, direye. "

Kurd dibêjin kûçikê me ye lê ber deriyê dijmin diewte, di reye....

Kûçikên me yên li ber deriyê dijmin pir in. Heger hewqasî ne pir bûna dijmin newêrîbû vê zulmê li me bike.
Ji ber ku kûçikên wan pir in û gelekên wan jî gurxenêq in, lema dijmin hewqasî êrîşkar e û di êrîşên xwe da hewqasî bêperwa ye...

XXX
Ez kesên din nizanim, her kes wekîlê şexsê xwe ye, lê belê ji bo min bêşexsîyetî û bêşerefiya herî mezin dostî û hevalbendiya, piştgiriya bi deswletên dagirker ra ye, bi hukûmet û serokên van hukûemtan ra ye.

XXX

Welatê zimanê miletekî yasax bike û nehêle zarokên miletekî bi zimanê xwe bixwîne ji medeniyetê bêpar e, ne edalet lê heye, ne jî demokrasî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE