27 juni 2018

HUDA-PAR: Me ray da Erdogan lê neda AKPê !




Cîgirê serokê HUDA-PARê gotiye wan ray da Erdogan, lê ji ber ku AKPê bi MHPê ra hevkarî kir wan ray neda AKPê !
De were li vê hokabaziyê binêre !

Erdogan serokê AKPê ye piştgiriya wî dikin, lê ji be ku AKPê bi MHPê ra hevkarî kiriye ray nedanê...


Cîgirê serokê HUDA-PARê Vedat Turgut gotiye wan piştgiriya Erdogan kir, ray danê, lê belê ray nedane AKPê.

Sebebê vê jî gotiye, ji ber ku Erdogan got ewê qanûna esasî biguhere û benda ji sedî deh rake.

Û ji ber ku AKPê bi MHPê ra hevkarî kir û wek du hêzên hevpeyman bi hev ra ketin hilbijartinan wan ray neda AKPê.

Diyar e ev mêrik milet pir kêmaqil dihesibîne, lema van gotinên meriv pê bikene dibêje.

Piştgiriya Erdogan kirine ji ber ku Erdogan baş e, ewê qanûna esasî biguhere û ewê ji bo kurdan hin tiştên baş bike. 

Lê belê ray nedane partiya Erdogan serokê wê ye, ji ber ku bi MHPê ra hevkarî kiriye!

De were vî kerî di vî buhurî ra derbas bike?

AKP navek e, ne însan e. Yê bi MHPê ra hevkariyî kiriye serokê AKPê Erdogan e. De îcar çima ewê AKP xerab û Erdogan baş be?

Erdogan wek serokê AKPê bi Devlet Baçelî ra rûnişt û tifaqa cumhûr çêkir.

Bi emrê Erdogan MHP û AKP bi hev ra ketin hilbijartinan.
Erdogan her roj pesnê Bahçelî dide.

Erdogan dibêje li Tirkiyê mesela kurd tuneye, mesela terorê heye.

Lê Huda-Par dîsa jî ne li dijî Erdogan e, li dijî AKPê ye !
Tu dibêjî belkî Erdogan ne serokê AKPê ye, tifaqa bi MHPê ra wî îmze nekiriye, lema jî Huda-Par Erdogan baş û AKPê xerab dibîne.

Navê viya demagojî sextekarî ye.
Kurdên eşkere piştgiriyê didin AKPê, kurdên bûne parlamenter û wezîrên AKPê ji HUDA-PARê sed qatî diristtir in. 

Çimkî ew zilamtiyiya xwe ya Erdogan venaşêrin, dibêjin em zilamên wî ne û lema jî em rayên xwe didin wî û AKPê.

HUDA-PARê jî di hilbijartinan da bi piştgiriya Erdogan jî eynî tişt kiriye, lê wek Mehdî Eker û yên din dirist hereket nake. 

Serokê partiyekê çawa kane baş be, lê belê partiya wî xerab be ez fêm nakim !

Ji ber ku AKPê bi MHPê ra ”tifaqa cumhûr” çêkir , HUDA-PARê piştgriya AKPê nekiriye, lê belê piştgiriya kesê ew tifaq îmze kiriye kirine.

Durûtiyeke ji viya mezintir tuneye, hûn çi demagojiyê bikin jî her kesî dît hûn merivên Erdogan in…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE