23 juni 2018

Ev îdeolojî û ev îslamîyet ne însanî û derî medenîyetê ye



Do li Diyarbekrê mitînga Hudaparê hebû. Ji bo ku jin û mêr bi hev ra û li kêleka hev nemeşin, rêya dihere qada mitîngê kirine du beş, beşek ji bo jinan û beşek ji bo mêran. 

Û di qada mitîngê da jî jin û mêr ji hev cihê kirine. Eynî wek jinên Daîşê.


Yanî him nehîştine li kuçe û kolanên Diyarbekrê jin û mêr bi hev ra bimeşin û him jî li ciyê mitîngê jin û mêr ji hev qetandine.
Tiştekî çiqasî eyb e, çiqasî îptîdaî ye...

Li gorî îdeolojiya wan ya îptîdaî, ne însanî gava jin û mêr bi hev ra bimeşin û li kêlek bin ewê tavilê li hev siwar bin û mêrê tecawizî jinan bikin ! 

Ev îdeolojî, ev dîn ne însanî ye, yê însan be dibê vê îdeolojiyê, vî dînî red bike, dînek, baweriyek, îdeolojiyek dibê însan hewqasî jî ji însaniyetê, ji medenîyetê dernexe. Gava derxist dibê meriv red bike.

Yê nehelê jin û mêr li kuçeyên bajêr bi hev ra bimeşin, sibe gava bibin îktîdar ewê bajarên jinan û mêran jî ji hev cuda bikin.

Felsefe û îdolojiya îslamîstan kolekirina jinê ye, dibê jinan wek kêzik û buhikan têxin nava çarçefa reş, wê çarçefa wek dilê wan û îdeolojiya wan reş.

Di kultur û jiyana kurdan da jin azad e, vekirî ye, tu carî wek pîrebokê xwe venaşêre. 

Kincên jina kurd, girêdana wê ya gelêrî, xirşê wê, biskê wê yên wek maran hemû seyah û oryantalîstên ewrûpî kirine hayranê xwe. Jina kurd tu carî wek mişk û kêzika xwe di nva wî konê reş da venaşertiya…

Ev îdeolojiya îslamî ya faşîst tu têkiliya wê bi kurdan û bi kultura kurdan û jiyana wan tuneye, ev ya erebên hov in.

Dinya alem dixebite li asîmanan bi cî bibe, dîndar û îslamîstên me nahêlin li kolanên bajaran jin û mêr bi hev ra, li kêleka hev bimeşin, ji jinan ra rêyên xusûsî çê dikin.

Hemû fikrê wan, aqilê wan li ser seksê ye, îdeolojiya wan seksîzim e, bêyî seksê tiştekî din nafikirin. Piraniya îslamîstan seksomanyax in, heger ne wiha be dayikên xwe, xanimên xwe û keç û xwehên xwe naxin vî halê trajîkomîk.

Ev îdeolojî, ev siyaset, ev dîtin pir û pir prîmîtîv e, ne însanî ye, ne ya vê sedsalê ye, dibê koka wê were qelandin.

Piştgiriya Hudaparê, raydana Hudaparê parastina hovîtîyê û koletiya jinê ye. Yê însan be, hebik ûjdan û merhamet û medenîyet pê ra hebe dêya xwe, xanima xwe, keça xwe, xweha xwe naxe wî halî, ji wan hewqasî şikê nake.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE